Erdogan biçe zordarî bidawî dibe

Yekşem 7 Gulan 2023 - 14:32

Li Tirkiyeyê xebatên partiyan ên ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê, dewam dikin. Roj bi roj piştgiriya ji bo Partiya Çep a Kesk jî berfireh dibe. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê. Derbarê girîngiya hilbijartinan de çalakvanên Silêmaniyê ji Rojnewsê re axivîn.

Çalakvan Bane Roz, destpêkê piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepa  Kesk anî ziman û got, "Di salên bihurî de HDP’ê di hilbijartinan de serketinên mezin bi dest xistin, ew ê îsal jî bi heman awayî serketineke mezin bi dest bixe. Jinek li kuderê azad be, ev azadbûna giştî ya jinan e, heger ev ji netewa me be, desketiyeke mezintir e. Hêvîdar im ku namzetên jin serketinê bi dest bixin.”

Divê ev faşîzm were têk birin

Çalakvan Elî Mewlûd jî li ser heman mijarê got, "Hilbijartina niha ne tenê ji bo Kurdên Bakur, ji bo xelkê Tirkiyeyê hemûyî wê xwedî sûdeke mezin be." 

Elî Mewlûd got, Erdogan li Tirkiyeyê rewşeke aloz ava kiriye û zexteke mezin li ser kesên azadîxwaz dike û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê, ne tenê ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji bo her herêmê bûye qada terorê. Hêzeke xerab li herêmê hemûyî ava kiriye. Rewşa siyasî û civakî ya herêmê hemûyî têkdaye. Ji bo wê, pêwîst e ev desthilat têk biçe, hêzeke ku berjewendiya xelkê Tirkiyeyê esas bigre divê were avakirin. Divê dawî li vê faşîzma dewleta Tirk were û jiyaneke nû were avakirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.