• Dûran Kalkan: Çawa ku 15’ê Îlona 2014’an berê DAÎŞ’ê dabû Kobanê, niha jî kir ku Hamas êrîşî Îsraîlê bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal bire ser şerê hatî destpêkirin, bi plana rê ve girêdayî ye û hêzên hegemon ên navneteweyî jî ji bo bi ser xistina planê, li firsendê digerin û wiha got:“Eger bi ser bikeve, wê rê vebe û astengiyên li pêşiya wî wê paqij bibin. Eger plana rê bi têkoşînê neyê astengkirin, sabotekirin bi ser nekeve, wê demê plana rê wê bi ser bikeve. Îsraîl, Lubnan, Sûriye û Iraqê wê li gorî vê yekê were dîzaynkirin. Wê ewlehiya rê pêk were. Di vê çarçoveyê de yan wê ji hev qut bibin, yan jî wê xizmetê ji vê rêyê re bikin. Piştre wê dora Qibris û Tirkiyeyê jî were.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku şerê li Xezeyê, parçeyekî şerê cîhanê yê sêyemîn e ku zêdeyî 30 sal in li Rojhilata Navîn dewam dike û diyar kir ku projeya ku pirsgirêka Îsraîl-Fîlîtîn çareser bike, sîstema konfederalîzma demokratîk e.

Ketiye hewldana parastina Hamasê

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tiliya Erdogan di êrişa Hamasê ya Îsraîlê de heye û wiha got:’’Wê encamê jê bigire ya na nizanim lê ev şer şerê çi ye? Kî vî şerî dike, divê mirov bizane. Tayyîp Erdogan diqilqile. Çima diqilqile? Sûcê wî derdikeve holê. Di vê êrîşê de herî pir pêçiya wî heye. Dibe ku bi vî awayî hatibe xapandin jî. Ango dibe rê bi ber wî jî xistibin. Dibe ku hin hêzan pê dabe xuyakirin ku dikare vê bi rehetî bike. Pêşiyê xwest bi Hamasê peşkê lê bixe. Dît ku hesab cuda derketin; Hamasê wê vê carê qels bibe, bê qedandin, dikeve hewila parastina wê.

Divê mirov wiha bifikire. Rêveberiya Sedam Huseyîn ku 2’yê Tebaxa sala 1990’î êrîş bi ser Quweytê, qey haya CIA û MOSSAD’ê jê nîn bû? Wan çi dikir? Çima rê li ber negirt? Ji ber ku nexwest rê li ber bigirin. Çima? Sedam ku êrîş bir ser Quweytê, Emerîkayê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn da destpêkirin. 150 hezar leşker anîn Rojhilata Navîn. Ev kar wiha ye.

Erdogan rê li ber Netenyahû vekir

Tayyîp Erdogan jî dizane; di bin Xezeyê de çiqas tûnel û wd. hene. Artêşa Îsraîlê jî vê eşkere dike. Lê ji bo êrîşa bi pênc hezar bide kirin, bo mînak, qey MOSSAD radiza? Çima rê li ber negirt? Mirov nebêje ku wê kiriye lê qet nebe hêviya wergirtina sûdekê jê kir. Piştî hewila derbeyê ya 15’ê Tîrmehê, Tayyîp Erdogan got çi? Got: ‘’Ev, xêra xwedê ye ji bo min.’’ Ev ji bo Netanyahû jî bû ‘’Xêra xwedê ye.’’ Ya rast ev xêra Tayyîp Erdogan bû ku da, ev gola xwînê derket holê. Niha ku hesabê malê û bazarê li hev nehat, vê carê hewil dide ku Tirkiyeyê biavêje nava agir. Ew maye ku Tirkiye û dinya tev pev biçin. Tiştên dawî ku gotin çi bûn? Ya esas ev e. Ji lewma divê mirov sedema wê baş bide ber pirsan.

Ew ê dor bê Tirkiye û Qibrîsê

Ev wê biçe kû derê? Ev planek e. Ev yek bi plana rê ve girêdayî ye. Li vir çend nirxandin hene; Eger bi ser bikeve dê rê bê vekirin û astengiyên li pêşiya wî bên rakirin. Ger plana rê bi têkoşînê neyê astengkirin, sabotaj bi ser nekeve, wê demê wê plana rê bi ser bikeve. Ji Îsraîl dest pê bike, Libnan, Sûriye û heta Iraq jî wê li gorî wê were dizyankirin û birêxistinkirin. Wê ewlekariya rê bê girtin. Di vê çerçoveyê de wê bibin parçe, an jî dê xizmetkarê vê rêyê bin. Wê demê dor tê Qibris û Tirkiyê.

Dema ku Gunerî Civaoglû di destpêka sala 1990’î de bi Rêber Apo re hevpeyvîn dikir, rewşa Hafiz Esad û Sedam Huseyîn pirsî; Wê çi were serê wan? Rêber Apo wiha bersiv da; “Ji bo Hafiz erêkirin heye. Lê ji bo Saddam bûyer heye." Niha dixuye ku erêkirina Îranê heye û ji bo Tirkiyê jî bûyer heye. Ger Tirkiye ji zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker a Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cimhûrê rizgar nebe, bi qasî dixwaze bila biqîre û bike hewar jî, sîstema ku di nav de ne wê Tirkiyeyê bixe ser maseya ameliyetê. Eger bi vê zihniyetê bidomin wê Tirkiye zirarê bibîne, Qibrisê jî winda bike û parçebûn jî derkeve pêş. Ez dixwazim li vir vê îfade bikim. Piştî demekê rasterast dor tê Tirkiyeyê. Ji xwe hatiye. Lê dema ku em dibêjin Tirkiyeyê, em qala zîhniyeta AKP, MHP’ê dikin. Ev zîhniyet vê rewşê diafirîne.

Tirkiyeya demokratîkbûyî, Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareser bike, teqez nayê rewşeke wiha. Di vî warî de gel, kedkar, jin û ciwan xwedî roleke mezin in. Rolek xurt dikeve ser hêzên demokrat û sosyalîst. 

NAVENDA NÛÇEYAN