Erdhejê tesîra xwe li heywanan jî kir!

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Sibat 2023 - 03:05

Mohammed Aljaleel piştî sala 2016’an li Helebê navendeke pisîkan ya bi navê “Ernesto’s Sanctuary for Cats in Syria” (Mala Pisîkan ya Ernesto ya li Sûrîye) ava dike û pisîkên ku ji ber şer bandor bûne li vê navendê derman dike. Ji ber vê eleqeya wî ya ji bo pisîkan û heywanên din ên ku li kolanan bê xwedî mane xelk jê re dibêje “Xwediyê pisîkên Helebê”. Mohammed Aljaleel heya niha li navenda pisîkan gelek pisîkên bê xwedî yên birîndar derman kiriye û pêdiviyên wan bi cih aniye.

Piştî ku li hin bajarên Kurdistanê, Tirkiye û Sûriye erdhej çêbû dîsa gelek hewyanên li kolanan bê xwedî man û kes bi hewara wan ve neçû. Lê Mohammed Aljaleel û ekîba xwe ji bo pisîkên li kolanan yên birîndar mane û tirsiyane derman bikin xebitîn û gelek pisîkan ji bin kavilan xelas kirin. Pisîkên ku ji bin kavilan xelas kirin gelek tirsiyabûn û hin ji wan pisîkan ji tirsan xwarin jî nedixwarin. Ew jî weke insanan ketibûn şokê û nazinbûn çi bi serê wan hatiye!

Navendo Ernesto ya pisîkan li ser hesabê xwe gelek wêne û vîdeoyên ku pisîkan xilas kirine weşandin. Mohammed Aljaleel got, “Hin caran li hember êşên ku mirov dibînin dilê me xemgîn dibe û em nikarin tiştek bikin. Lê dema em hin pisîk û hewyanên din bi birîndarî an jî saxî ji bin kavilan xelas dikin em gelek kêfxweş dibin. Weke ku mucîzeyek pêk were.”

HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.