Erdhejê li birca di navbera Deriyê Çiyê û Çiftekapiyê de kir ku qismek ji kevirên dîwêr biherifin.
Li sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandê ya Cîhanê UNESCO’yê de ye ji ber erdhejê xisar çêbû. Qismek ji birceke bedena Amedê herifî.
Erdhejên pêr ên ku navenda wan navçeya Bazarcixê ya Mereşê bû û bi şideta 7,7 û 7,6 pêk hatin, tesîra li gelek bajaran kir. Yek ji van bajaran Amed e. Sûrên bajarê Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye, ji ber erdhejê zirar li wan bû. Qismek ji birca di navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê de herifî û kuenke mezin di bircê de çêbû.
Keleha Necim qismî hilweşiya
Bi erdheja doh re beşej ji Keleha Entabê hilweşiyabû. Hat ragihandin ku zirar li Keleha Necim jî bûye. Keleha Necim li qeraxa Çemê Firate ye û 30 km dûrî bajarê Minbicê ye. Di dîmenan de xuya dike ku beşek ji deriyê rojhilatê kelehê hilweşiyaye.
NAVENDA NÛÇEYAN