CAN ILÊWÎ / ANHA / HESEKÊ
Xelkê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ji bo parastina zeviyên çandiniyê, li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn nobetê digirin.
Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundin, komîteyên parastinê û rewşên awarte, hewl didin zeviyan biparêzin. Ji bo wê nobetê li zeviyan û rêyên sereke digirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Hantona Cizîrê 6 nuqteyên rewşên awarte li Dirbêsiyê û bajarokên wê çalak kirin. Li wan navendan, amûrên agirkujiyê û tîm hene ku 24 saetan seferber in. Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Feysal Salih ê ji gundê El Xas ê Dirbêsiyê got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina zeviyan, dixwaze îstiqrara li herêmê têk bibe û xelkê koçber bike. Lê em dibêjin ev ax rûmeta me ye û em dev jê bernadin."
Rênas Yusif a ji gundê Bab El Selam jî got: "Em nobetê li ber serê zeviyên li gundan û li ser rêyan digirin. Em alîkariya tîmên rewşên awarte dikin û dema şewat rû bide, hewl didin vemirînin." Endamê komîteyên parastinê Fermez Mamo jî diyar kir ku xweparastin erkeke bingehîn e got:"Dewriyeyên me di nava zeviyên li gundan û ser rêyan berdewam in. Xelk jî cihê xwe di parastina zeviyan de digirin."