Erdê hejand derew jî rûxiyan

Nûçeyên Forum

Sêşem 14 Sibat 2023 - 02:12

YAŞAR EROGLU

 

Di 6´ê Sibatê de du erdhej bi şida 7.7 û 7.5 li herêma ku bingehê wê yê navendî Mereş bû, çêbûn. Bi deh hezaran mirov mirin, bi sed hezaran birîndar bûn, bi deh hezaran avahî yan ji binî ve rûxiyan yan jî xisarên mezin li wan bûn. 

Vê erhejê bi xwe re encamên sotîner jî derxistin holê. Yek ev e; dewleta Tirk ji bo erdhejeke mezin ne amade ye, ya diduyan jî ew amadenebûn bi destê hikûmeta AKP û pergala wê ya yekkesî hatiye avakirin. Ev gotineke dijpropoganda û hestewar nîne. Ev bîst û yek sal in ku AKP desthilat e, di sala bîst yekan de erdhejeke mezin, di nava bîst û yek salan de jî gelek edhejên piçûk û mezin qewimîne. Ji yên berê ya herî, bi şida 7.2 erdheja Wanê bû. Ango hem bi fiîlî hem jî qanûnî û desthilatî tecrûbeyên wê pirr in. 

Desthilatdariya AKPê Tirkiye kiriye nav lepê sektora înşaetê û ji bo rantê, ew bi xwe ve girêdaye. Pergala qanûnên efûya îmarê, qanûnên çêkirina avahiyên li cihê çandinî û dorbehr, qanûn ji bo çêkirina bendavan, qanûnên îhaleyan, qanûnên qaşo tedbîrên erdhejê, qanûnên ji bo dahatên erdhêjan û yên alîkariyê, yên tên bîra mirov nayên bîra mirov, giştînameyên ji bo birêvebirina van qanûnan, zextên li ser dadgehan ji bo redkirina dozên nerazîbûnê, giştînameyên ji bo çêkirina rê, pir, qadên balafiran û hwd û garantoriya dewletê û gelek tedbîrên hikûmetê di heyama vê desthilatdariyê de serdanpê hatine guherandin, gelekên wan ji bo rantê herî kêm çar-pênc caran hatine guherandin. 

Yanî îro çi bûye, ne bi qanûn û rêziknameyên hikûmetên berê, rasterast di bin berpirsiyariya vê hikûmetê de qewimiye. Jixwe eger hikumet nû be jî berpirsiyariya manewî û exlaqî li ser wê ye.

Erdhejê derxiste holê ku ev guherandin û pêkanîn, ne ji bo ewlehî û berjewendiyên gel; ji bo ranta xwe, xizmên xwe, şirketên alîgir, pirê wan ji bo şerê hawirdor li Kurdistanê, ji bo berdewamî û mayîna li ser karê desthilatê, meqam û mewkiyên xwe pêk anîne. Ev qanûnên me li jor rêz kirin, yekser bûne sedemê encamên erdhejê. Ji qanûnên îmarê heta bi yên îhaleyan, encamên wan erdhej derxistine holê. 

Çêkirina avahiyên sexte, dizîna çîmento û hesin, destûrdayîna cihên ji bo erdhejê neguncav û birek mînakên mîna vê, hatine qurbanîkirin ji bo ranta çend komên rantê yên çete. Wan xwe spartiye hikûmetê, hikûmetê jî xwe spartiye wan çeteyan.

Di encamê de çi bû? Ya qewimî ev encama rûxîner a ji bo bi milyonan mirovan, malbatan, bajar, navçe û gundan. Ji bo ku hikûmetê her tişt bi xwe ve girêdaye, nahêle alîkariya rakirina kavilan û ya pêdiviyan bi destê komên sivîl bê kirin, xilaskirina ji bin kavilan pir dereng dibe, mirin pirr dibin, kon, konteynir, sotemenî, erzaq, kinc û pêdiviyên jiyanê yên din nagihîjin mexdûrên erdhejê. Bi şev û roj di bin sermaya xedar de perperîşan hawar û gazî dikin.

Hikûmet û dewlet li qadê nînin. Tenê alîkariyê dibin cihên ku ji wan re zêde deng derketine. Dengê mexdûran ji fezayê tê bihîstin. Hikûmet û çapemeniya hikûmetê naleqin, dîmenê sexte belav dikin, dengê ku hewar û gazî dikin, dibirrin. 

Erdogan ji yên hewar û gaziya xwe, feryada xwe tînin ziman re dibêje provakator, derewkar, bênamûs, bêşeref. Bifikirin serokkomarek çawa dikare xwe bixe vê astê. Gelo ew ji bin pirê, ji nav qubedeyan hatiye bifikirin?

Tedbîr negirtine, amade nîn in. Tenê dikarin bêjin bila her tişt bi destê AFAD’ê bê kirin, navenda her tiştî bibe ew. Ji ber ku hêzên sivîl û partiyên alîkar xuyanî nebin daku ji bo wan nebe rûyekî erênî. Jixwe, qeyûman şaredariyên herêmên erdhejê desteser kirine ji ber ku erdhej bi pirranî li bajarên Kurdistanê qewimiye. Şaredariyên herêmê di bin destê hikûmetê de, heman helwêsta hikûmetê nîşan didin. Lê ew jî AFAD jî têrê nakin, bi hewara alîgiran ve diçin. Kurd û Elewiyan weke dijmin dibinin bi hewara wan ve naçin. Careke din, ji bo wan dijminatiya xwe di rewşeke karesata mezin de jî nişan da û her tiştê mirovatiyê kirin bin piyên xwe. 

Bi milyaran perêyên ku ji bo erdhejê berhev kiribûn, xwarine; ew pere li holê nînin. Dîsa jî bi hesabên IBAN´ê, bi peyamên GSM´an ketine derdê parsê, parsê dikin.  Hikûmet û Erdogan neçar in, nikarin bi rê ve bibin. Ev yek bi daneyên rapora TMMOB´ê jî piştrast dibin. Neçarbûna xwe bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) jî nîşan dan. Dixwazin her tiştî binuxumînin. Tenê dikarin ji mexdûran re bidin xeberan, sixêfan bikin wan. Ev nîşaneya rûxandina wan e jî.

Rast e, erd hejiya lê tenê bajar û mirovên wê nebûne kavil, erd hejiya di serî de Erdogan û hikûmeta wî jî di bin de ma. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.