Komîteya Piştgiriyê ya Abdurahman Er û Mazlum Dag bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber nêzîkatiyên xerab ên berpirsên girtîgeha Hewlêrê, ev 7 roj in Mazlum Dag û Abdurahman Er dest bi rojiya mirinê kirine û metirsî li ser jiyana wan heye.
Komîteya Piştgiriyê ya Abdurahman Er û Mazlum Dag re bi daxuyaniyekê ragihand Abdurrahman Er û Mazlum Dag ên li Girtîgeha Hewlerê girtî, ji ber binpêkirinên mafan, êşkence û muameleya xerab ji nû ve dest bi rojiya mirinê kirine: “Abdurrahman Er û Mazlum Dag di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi malbatên xwe re gotine, di dema serjimêrî de karmendên girtîgehê heqaret li wan kirine û dema ku wan nerazîbûn nîşanî vê rewşê daye, li wan xistine û ji pişt ve destên wan hatine kelemçekirin û ew avêtine hucreyan. Li dijî van binpêkirin û nêzîkatiyên berpirsên girtîgehê ji roja 28’ê Îlonê ve Er û Dag dest bi rojiya mirinê kirine û ev pênc (îro heft) roj in çalakiya wan didome. Wan wekî din diyar kiriye, ji ber nêzîkatiya berpirsên girtîgehê, metirsiya li ser jiyana wan dewam dike.
Er û Dag, beriya niha jî ji ber nêzîkatiyên xerab û nebûna ewlekariya jiyanê, ketibûn rojiya mirinê. Tevî gelek daxwazname û hevdîtinên bi rêveberiya girtîgehê re jî rewşa wan baş nebûye.
Parastina ewlehiya jiyanê û muameleya însanî ya li hemberî girtiyan mafê herî bingehîn ê mirov e. Rêveberiya girtîgehê ji misogerkirina vî mafî berpirsyare. Weke Komîteya Piştevaniya bi Abdurrahman Er û Mazlum Dag re bala me li ser Dag û Er e. Em daxwaz dikin ku rayedarên girtîgehê dawî li pêkanînên xerab û binpêkirinên mafan ên li ser Er û Dagê bînin û ewlehiya wan biparêzin, em bang li raya giştî jî dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN