• Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê berxwedana dijî destdanîna li ser şaredariya Colemergê berxwedan didome. Li Stenbolê peyama, “Em ê li dijî desteserkirinê bi gelên Tirkiyeyê re têkoşînê mezin bikin" hate dayîn.

Çalakiyên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji 3’ê Hezîranê ve li gelek bajaran hatin destpêkirin, îro jî dewam kir.

Stenbol

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di roja 4’an de çalakiya xwe ya nobetê li Qada Şîşhane ya li Beyogluyê domandin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin. Pankarta “Stenbol ji bo Colemêrgê di nobetê de ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Şaredarî ya me ye, nayê desteserkirin”, “Qeyûm wê here emê bimînin”, “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye” û “Her der Colemêrg, her der berxwedan” hatin berzkirin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Buroyê (BES) Ozer Avanaş got: “Eger hilbijartin û demokrasî hebe; wê demê kesên hatin hilbijartin wê bi biryarên dadgehê dikarin werin derxistin. Destewerdana ji derve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê wê berxwedana me bidome.”

Hevserokê DEM Partî ya Sancaktepe Çetîn Yildiz got ku polîtîkaya qeyûmê bûye polîtîkaya desthilatdariyê û got: “Qeyûm vîn, ziman û ekolojiya Kurdan talan dike. Destkeftiyên gel bi qeyûman tune dikin. Lê Kurd û aliyên demokratîk tu caran serê xwe netewandin.”

Edene

Bi tevlîbûna Rêxistina Edene ya DEM Partî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr çalakiya bi şîara “Li dijî qeyûmê li nobetê ne” îro jî berdewam kir.

Hevserokê DEM Partî ya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr desteserkirina vîna gel şermezar kir û anî ziman ku heta vîna gel bê dayîn wê têbikoşin û li qadan bin.

Wan

Li Wanê xebatên mitîngê ku di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bê lidarxistin dewam kir. Parlementerên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz û Mahmut Dîndar jî di nav de endamên partiyê li Bazara Mezin a Rûs, Kolana Cumhuriyet û Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armuşê serdana esnafan kirin û banga tevlîbûna mitînga Colemêrgê kirin.

Endamê DEM Partiyê Dîndar di serdanê de axivî û diyar kir heta qeyûm neyê şandin wê li qadan bin.

Li navçeyên Ebex û Bêgirî yên Wanê jî civînên gel hatin kirin û banga tevlîbûna mitîngê hat kirin.

Agirî

Çalakiya nobetê ya li pêşiya şaredariya Agiriyê di roja 8’an de dewam kir. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Îzmîr

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê li pêşiya Sumerbankê hatiye destpêkirin, di roja 6’an de dewam kir. Şaredarê Rîze yê Findikliyê yê CHP’ê Ercumet Şahîn Çervatoglu piştgirî da çalakiyê û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqiyê û got: “Em vê qebûl nakin.”

Ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Zager Încîn jî got: “Em ê dengê xwe bilind bikin. Ger em îro xwedî li gelê Colemêrgê dernekevin wê sibê hemû welat bi heman pirsgirêkan re rû bi rû bimîne.”

Şirnex

Çalakiya nobetê ya li ber şaredariya Silopiyayê di roja 8’an de dewam kir. Endamên DEM Partiyê ji bo mitînga ku di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bê lidarxistin danezan belav kirin. Piştre li pêşiya şaredariyê çalakiya nobetê dan destpêkirin.

Çalakiya nobetê ku li dijî tayînkirin qeyûmê li navçeya Cizîrê hatiye destpêkirin didome. Bi tevlîbûna Parlementerê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li Kolana Cudî danezan hatin belavkirin.

Êlih

Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes tevlî meş û hevdîtinê bûn. Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê li hev civiyan, bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm wê here, gel wê werin” hatin berzkirin. Esnaf jî bi çepik, dirûşme û sembola serkeftinê piştgirî dan meşê.

Qeyûm talangerî ye

Meş li pêşiya avahiya şaredariyê bi dawî bû û Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Qeyûm tayînî şaredariya me ya Colemêrgê kirin. Em vê qebûl nakin û em ê heta dawî berxwedana xwe bidomînin. Polîtîkayên qeyûmê polîtîkayên talanê ne. Di qanûnên dewletê de jî ev yek bêhiqûqî ye. Ev cara sêyem e qeyûm tayîn dikin. Me di 31’ê Adarê de hilbijartinan qezenç kir. Lê tehemula vê nakin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê berxwedana xwe bidomînin. Em ê vê berxwedanê mezin bikin û belavî her derê bikin.”

Bayindir destnîşan kir ku divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn û wiha got: “Bahçelî îro jî axaftinên li dijî me kir. Tu kes bawerî li polîtîkayên te yên qirêj nayne, gelê Kurd li gorî axaftinên te tevger nake.”

ANF