Endamên RJAK'ê berdin 

Nûçeyên Jin

Sêşem 10 Tebax 2021 - 03:12

  • PDK êdî weke çeteyan bê sedem siyasetvanan direvîne. Herî dawî 3 siyasetvanên RJAK´ê revandin. Kongreya Star û Tevgera Azadiyê bang li PDK´ê kir da ku siyasetvanên RJAK´ê berde.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke, diyar kir ku ji jiyana endamên RJAK'ê, PDK berpirsyar e û xwest tavilê ew bên berdan. 

Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî da li ser girtina 3 siyasetvanên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK). Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê dema ku her sê siyasetvan ji Şengalê vedigeriyan, ew girtin.

Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de got: “PDK’ê daye pey siyasetên li dijî yekitiya Kurdan.”
Koordînasyonê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk li pêşiya çavên cîhanê û rêxistinên navneteweyî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. 

Yekîtiya Kurdan asteng dike

Koordînasyonê bal bire ser siyasetên PDK`ê yên li dijî Rêveberiya Xweser û Tevgera Rizgariya Kurdistanê û got, “Li gel van êrişan PDK hewl dide, pêkanîna yekitiya Kurdan asteng bike. Beriya bi 2 mehan asayîşa PDK’ê nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Başûrê Kurdistanê girtin. Piştî gelek bangewaziyan û daxuyaniyên tund, her du endamên PYD’ê serbest hatin berdan, lê çaranûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen heta niha jî ne diyar e. 

Ti sûc nekirine ku werin girtin 

PDK’ê berpirsa jiyana her sê jinên siyasetvan e ku didu ji wan dayik in. Divê PDK bilez wan serbest berde, ji ber ku li Kurdistanê dijîn û ti sûc nekirine."

Xwedî pîlan û stratejiya dewleta Tirk e

Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed û endama RJAK’ê Soma Ferhad li ser binçavkirina endamên RJAK ên ji aliyê PDK’ê, peyivîn.  

Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed destpêkê ragihand ku rêxistina RJAK´ê, rêxistinek e ku li ser asta Iraqê fermî ye û wiha pê de çû; “Ya ku PDK dike, li dijî mafê mirovan e û di vê barê de jî zengek metirsîdar e. PDK li hemberî xeta têkoşîna azad, xwedî pîlan û stratejiya dewleta Tirk e. PDK di heman demê li hemberî hemû hewldanên dijî Tirkiyeyê tên kirin jî dibe asteng.

PDK li dijî hemû rojnamevan û azadîxwazên li dijî dagirkeriya Tirk radiwestin û xwedî helwêstek neteweyî ne. Ji bo vê têne girtin.”

Endama RJAK’ê Soma Ferhad jî li ser heman mijarê got, “Em weke RJAK´ê her tim ji bo mafê jinan çalakiyan dikin. Divê endamên me zûzûka werin berdan û sedema binçavkirina wan were zelalkirin.” 

Kes nizane ji ber çi hatine girtin

3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyeke RJAK´ê çû serdana Şengalê. Endamên şandeyê ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen bûn. Gava ku ew ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de asayîşa PDK’ê ya Kelekê ew kiribûn nezaretê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.