• Dadgeha Federal a Iraqê di civîna xwe de giliyên li dijî encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê red kir û 10’ê Çileyê 2022’yan jî weke roja pejirandina encamên hilbijartinê diyar kir.

Dadgeha Federal a Iraqê di civîna xwe de giliyên li dijî encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê red kir û 10’ê Çileyê 2022’yan jî weke roja pejirandina encamên hilbijartinê diyar kir.

Dadgeha Federal a Iraqê doh li ser giliyên li dijî encamên hilbijartinên beriya wexta xwe yên Iraqê yên di 10’ê Cotmeha 2021’ê de, civiya. Dadgeha Federal ya Iraqê gilî red kirin. Dadgehê ragihand ku biryarên Desteya Dadwerî hatine zelalkirin û gilî nayên qebûlkirin.

Di heman demê de Dadgeha Federal a Iraqê roja 10’ê Çileyê 2022’yan jî weke roja pejirandina encamên hilbijartinê diyar kir.

Hêjayî gotinê ye, serokê Hevpeymana Fetih, Hadî Amirî derbarê encamên dawî yên hilbijartina Iraqê de, gilî kiribû. 

Doh jî, li dijî encamên hilbijartinê, alîgirên aliyên siyasî, li nêzî Herêma Kesk a Bexdayê kon vedan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

BEXDA