Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê encamên ezmûnên refên 9 û amadehiyê ragihandin. 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîro encamên ezmûnên xwendekarên refên 9 û amadehiyê, her wiha yên xwendina serbest ragihandin.

Hejmara xwendekarên refa 9’an û amadehiyê yên herêma Cizîrê 6 hezar û 126 e. Hejmara xwendekarên xwendina serbest (refên 9 û amadehî) jî 505 e.

Li gorî navenda ezmûnan a herêma Cizîrê rêjeya serkeftinê ji sedî 82.7 e.

ANHA/QAMIŞLO