Emrê xwe da siberoja gelê me

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 16:00

  • HPG’ê şehîd Dilxwaz Gabar bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de ew bi awayekî fedakar tevlî xeta Rêber Apo bû û wî emre xwe da siberoja azad a gelê me.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehadeta Dilxwaz Gabar de daxuyaniyek da û got;
“Hevalê me Dilxwaz Gabar, yek ji milîtanên pêşeng ên partiya me PKK’ê, yek ji fermandarên leheng ên artêşa me ya gerîla, kedkarekî fedakar û lawê leheng ê gelê me, di êrişa dijmin a 21’ê Gulana 2022’an de şehîd bû. Hevalê me Dilxwaz Gabar endamekî fermandariya eyaletê bû û ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya gelê me, hewl dida bi baldarî û ruhekî fedaî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.Têkoşîna hevrêyê me Dilxwaz ê ku 32 sal in ji bo azadiya gelê me daye meşandin û bê navber dewam kir, serpêhatiyeke destanî ye. Hevrêyê me Dilxwaz wê ji aliyê şopdarên meşa şoreşgerî û ciwanên Kurd hemûyan ve bibe mînak, teqez armancên wî dê werin bi ser xistin û bibîranîna wî li Kurdistana Azad her zindî be. Li ser vî bingehî em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja welatparêz û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Têkoşîna Azadiyê, li Kurdistanê berxwedaneke bi heybet ava kir, pêl bi pêl li her devera Kurdistanê belav bû. Têkoşîna me ya ku bi Berxwedana Zindana Amedê derba yekemîn li dagirkeran da, bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) bi gerîlatiyê re serdemeke nû da destpêkirin û hêviya siberoja azad a gelê me mezin kir. Herêma me ya Botanê ku xeta berxwedanê ya dîrokî ya li Kurdistanê bênavber didomîne, navenda gerîlatiyê ye û yek ji van qadan e ku çanda serhildanê lê geş bûye. Qada me ya Botanê, bûye yek ji qadên ku tevlî xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê bûye û bi sedan zarokên xwe yên leheng şandiye nav refên têkoşînê.

Bû fermandarekî efsanewî

Hevrêyê me Dilxwaz li navenda vê kevneşopiya berxwedanê ya bi kok û kûr li Hezexê, di malbateke ji eşîra Harûnan a welatparêz û li gundê Bafê ji dayik bû. Hevrêyê me Dilxwaz di nava malbat û gundekî de ya bi kevneşopiya jiyana bi rûmet a ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin, mezin bû, ji piçûkatiya xwe ve bi welatparêziyeke xurt a li ser nirxên civakî mezin bû. Hevrêyê me Dilxwaz sala 1990’î, li Mêrdînê tevlî nava refên têkoşînê bû. 32 salan li ser xeta berxwedanê ya PKK’ê, li ser rêya siberoja azad a Rêber Apo bi awayekî fedaî meşiya.

Hevrêyê me Dilxwaz li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd meşiya, bû fermandar û di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û di van çalakiyan de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin; ew bû yek ji fermandarên efsanewî yên Botanê, wî li ser axa ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, gerîlatî kir û serbilind bû ku xizmetê ji gelê me û partiya me re bike. Hevrêyê me yê ku li her qada ku lê bû, bi kesayeta xwe ya cewherî, nefspiçûk û kedkar, li ser esasê bilindkirina nirxên heyî di dilê hevalên xwe de cih girt û kesayetiya milîtan a ku PKK’ê ava kiriye, di şexsê xwe de berçav kir. Hevrêyê me Dilxwaz ê ku li hemberî dagirkeran serî netewand û li qadên Heftenîn, Xakurkê, Zagros, Zap û Qendîlê têkoşiya, xwe ji şertên herî zehmet re amade dikir û hemû peywir serketî pêk anîn.

Hevrê Dilxwaz di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de bê dudilî û bi fedakariyeke mezin tevlî xeta Rêber Apo bû, jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir. Mîrateya têkoşînê ya ku fermandarê me yê nemir Dilxwaz li pişt xwe hiştiye, wê ji aliyê hevrêyên wî ve bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

Nasnameya hevalê me şehîd bûye, wisa ye;

Dilxwaz Gabar (Mehmet Dogan), li Mêrdînê jidayîk bûye, 21’ê Gulana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.