“Em zilam bûn ne!” Esas mirov û jin bûn

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 23 Çile 2023 - 03:17

Di belgefilma Hêza de senaryoyeke pirr serketî weke belgefilm derdikeve pêşiya me. Dizanim, mirov bi hevokeke wiha xurt û erênî dest bi nivîseke rexneyî nake. Lê karê derhêner Derya Deniz ji wan karan e ku bi rastî ezamet in. 

Serpêhatiya yekê ji fermandarên Yekîneyên Jinan ên Şengalê (YJŞ) Hêza, mirov çawa dikare çêtir bi kamerayê nîşan bide? Ez nizanim. Ji ber wê hê ji destpêkê ve dibêjim, bê mubalexe ezamet e. Hêza sala 2021´ê yanî gava ku dîmen tên girtin, piştî rizgarkirina xwe jî di bin tesîra trawmaya fermana 74´an de ye. Derya Deniz ev di çavên me re ranekiriye, lê hiştiye em bi rehetî bibînin. 

Wê hêza Hêzayê, esas ji dîmenên hema piştî rizgarkirina wê, dîmenên dema di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih digire sala 2017´an, û ji dîmenên wê ji bo filmê li Şengal û Reqayê piştî rizgarkirina wê bi 5 salan girtine, nîşanî me daye. Ev hêza hanê, hêzeke insanî ye, yanî tevahiya xurtî û qelsiyên Hêzayê weke insan di belgefilmê de hene: Şikestina bi fermanê û êsîriyê, hewldanên xwekuştinê di destê DAIŞ´ê de, rizgarbûna wê, di nava YJŞ´ê de cih girtina wê, di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih girtin û hê jî bi sîleh parastina Şengalê. Hêza ev hemû ne.

Lêgerîna li malên lê êsîr hatiye girtin, ew qasî tesîrê nake belkî… lê gava ku ew li malbatê digere; ew malbata ku ew ji mirinê û koletiya ji mirinê xirabtir a DAIŞ´ê xilas kiriye, ha hingê mirov xurtiya sînemayê û ya dîmenan ji nû ve hîs dike.

Wê kêliya hevdîtina pêşî, mirov dikare weke dilê filmê bi nav bike. Hingê dikandarê Kurd ê Reqayê gotina, “Em zilam bûn ne!?” dike. Esas dixwaze bibêje, ew wêrek bû. Bi rastî jî wêrek bû. Mirina xwe, hevjîna xwe û tevahiya malbata xwe da ber çavên xwe û biryara rizgarkirina Hêzayê da û ew rizgar jî kir.

Gava di wan kêliyên filmê de kameraya Derya Deniz wan nîşan dide, bav û keçekê nîşan dide. Jixwe Hêza jî wê malbatê weke mala xwe ya ew rizgar kiriye, dibîne: Malbateke duyem a jidil. Gelo ew “zilam bûn”? Gava mirov maneyên nû çê dike û ji nû ve wan dîzayn dike, nabe ku wan ji tecrûbeyan qut bike. Di filmê Hêza de “Em zilam bûn” esas, “Em mirov bûn” e heta bi maneya îro êdî “em jin bûn” e.

Hêza ji wan filman e ku mirov divê ilehî lê binihêre; ji ber wê, keysa we lê bê, jê nemînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.