Em yekîtiya neteweyî pêk bînin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 00:13

ERDOĞAN ZAMUR/LOZAN

 

Serokê giştî Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind, ji bo beşdarbûna meşa û konferansa li Lozanê bang li xelkê kir û got, “Kurd êdî xurt in. Yek tişt tenê ji wan re lazim e û ew jî pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Pêdiviya wan bi bi stratejî û tifaqeke hevpar heye. Li Lozanê lazim e bên cem hev û bibin yekdeng û nîşanî dinyayê bidin ku em miletek in.”

Bi rasthatina sedsaliya mohrkirina Peymana Lozanê, ji 22 ta 23´yê Tîrmehê li Lozanê konferansa Kurdan a Lozanê tê lidarxistin. Yek ji bêhtirî 600 beşdaran jî serokê giştî yê PÎK´ê Hikmet Serbilind e. Serbilind Peymana Lozanê weke deqeke reş a di dîroka dinyayê de bi nav dike û dibêje, “Ji bo hindikahiyên dînî garantî hene, lê Kurd mixabin bi dîn xapandin.”

Serbilind got, paşê jî projeyek bi senteza Tirk-Îslamê çêkirin û her kes ê li ber vê projeyê rabû jî wan rabû ew weke “xayîn û kafir” ragihandin. 

Hikmet Serbilind dibêje, lê Kurd êdî ne Kurdên beriya bi sedsalan in û wiha dewam dike: “Kurd êdî xurt in. Erê wan berdêlên giran dan, lê ew êdî li Rojhilata Navîn aktor in. Li vî erdî pirsgirêk êdî bêyî Kurdan çareser nabin. Peymana Lozanê bi rengekî ji rengan betal bûye. Yek tişt tenê ji wan re lazim e û ew jî pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Pêdiviya wan bi bi stratejî û tifaqeke hevpar heye. Li Lozanê lazim e bên cem hev û bibin yekdeng û nîşanî dinyayê bidin ku em miletek in.”

 

Bang li Mesûd Barzanî kir!

Serokê Giştî yê PÎK´ê Hikmet Serbilind xwest di konferansê de û bi beşdariya meşa 22´yê Tîrmehê Kurd helwêsta xwe diyar bikin: “Kurd du vê tevlî vê çalakiyê bibin û li ber Peymana Lozanê rabin. Roj ew roj e ku Kurd bibêjin, em hene û em li vir in. Divê em yekîtiya neteweyî çêkin. Li Rojhilata Navên bê Kurd ti pirsgirêk çareser nabe. Divê em bi sedhezaran li Lozanê bi dengê bilind vê bibêjin.” Serokê Giştî yê PÎK’ê Hikmet Serbilind wekî din bang li serokê PDK´ê Mesûd Barzanî jî kir: “Kak Mesûd Barzanî jî lazim e beşdarî vê meşê û konferansê bibe. Tişta ku li gorî bîreweriya neteweyî û erkê neteweyî lazim e, ev e. Ez yeqîn dikim ew ê vê yekê bi cih bîne. Lazim e tevahiya partiyên Kurd bi yekdengê tevlî van çalakiyan bibin. Heger Kak Mesûd Barzanî bi xwe nikaribe beşdar bibe jî, divê peyamekê bişîne û wiha beşdarî konferansê bibe. Piştî sed salan lazim e ku em karibin bibêjin, em yek netewe û yek milet in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.