DENÎZ BABÎR/LEYLA AKARSÛ
Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpêkir, li Freiburgê bidawî bû. Ciwanên Kurd û enternasyonalîstan destnîşan kirin ku ew ê cihê xwe di xebatên ji bo mexdûrên erdhejê de bigrin û gotin;’’Divê em xwedî li welatê xwe derkevin û banga em nehêlin bi destê dewletan ve.’’kirin.
Nêzî 150 ciwanên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê tevlî meşê bûn, 132 km’yan meşiyan. Bi dehan navçe derbaskirin û belavokên bi Îngilîzî û Elmanî yên derbarê şertên tecrîdê û dîlbûna 25 salan a Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê dikin, belav kirin.
Enternasyonalîstên ku ji Swîsreyê bi rê ketin, li Freiburgê li Alten Sinagog Platzê bi baskê din a ciwanên Kurd re gihîştin ev û bi hevre meşiyan. Çalakgeran bi dirûşmeyên ‘’Bijî Piştgiriya Enternasyonalîst’’ û ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’ meşa xwe dewam kirin.
Em ê dengê xwe bigîhînin her deverê
Hamza Altug ê ji Nisêbînê ku ji Stuttgartê beşdarî çalakiyê bûye, cara seyêmîn e cihê xwe di meşa dirêj de digre. Altug ku heman demê berdevkê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê ye got;’’Di şexsê Rêbertiya me de, em jî di bin tecrîdê de ne. Di vê kiryara berdewama komploya navneteweyî de, dewleta Tirk piyonek e. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêbertiya me pêk bê, em ê li qadan bin. Em ê weke ciwanên Kurd û dostên xwe yên enternasyonalîst, bi xebatên xwe yên dîplomatîk ên li Ewrûpayê, dengê xwe bigîhînin her deverê.’’
Paradîgmaya Rêbertiya me li cîhanê ye
Alî Yalçin ê ji Amedê ku ji bajarê St.Gallen ê Swîsreyê hatiye jî got;’’Rêbertiya me fîlozofê herî mêzin ê sedsala 21’an e. Paradîgmaya Rêber APO ji ber di giştî cîhanê de dikare xeyalên sîstemekê pêk bîne xurt e, tê tecrîd kirin. Sîstema ku li Rojava hatiye ava kirin, mînaka vê yekê ye. Gerîla ji bo gelekî, li çiyayên Kurdistanê şer dike. Em ê li her cihekî lê ne, tekoşîna xwe dewam bikin.’’
Kurd wê li qadan bin
Kutbettîn Aslan ê ji Şirnexê jî, ji ber zexta li Kurdistanê dîtiye, hatiye Elmanyayê. Aslan got;’’Ez bi kevneşopiyeke welatparêz mezin bûm û ji ber vê hertim me zexta dewletê dît. Di malbata me de ji 20’î zêdetir şehîd hene. Bavê min jî yek ji wan e. Li vir li gel ciwanan meş, hêviyê dide min. 24 meh in em ti agahiyê ji Rêbertiya xwe nikarin bigrin û em ji tenduristiya wî bi fikar in. Divê Ewrûpa baş bizane, Kurd wê ji bo welatê xwe û Rêbertiya xwe hertiştekî bikin.’’ Aslan destnîşan kir ku heta ji Rêber Abdullah Ocalan agahiyekê bigrin, ew ê li qadan bin.
Berpirsê komkujiya AKP û MHP ye
Koçer Batmanê ku ji Swîsreyê tevlî meşê bû diyar kir ku di erdheja pêk hat de nêzî 20 hezar kesî jiyana xwe jidest dane û ev jî ji ber polîtîkayên dewleta Tirk pêk hatiye û got;’’Ew bacên ku ji sala 1999’an û vir ve di bin navê baca erdhejê de tên komkirin, ji bo berjewendiyên hikûmeta AKP û MHP’ê hatin bikaranîn. Serokomarê Tirk Erdogan, şûna ku ji bo gel hemû derfetan seferber bike, derdikeve qanalên TV’yê yên alîgir û gefan li gel dixwe. Ew nefreta xwe ya ji Kurdan nîşan da. Li vir komkujiyek hate jiyîn û yekane perpirsiyarê wê jî, rejîma AKP û MHP’ê ye ku bê hed cesareta dijînan ji erdhejzedeyan re dike, nîşan dide.’’
Em ji bo erdhejzedeyan seferber bin
Meşa Dirêj bi tevlîbêna çalakgerên ku ji du baskan hatin, li stasyona trenê ya Freiburgê bidawî bû. Çalakgeran li vir daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku ew ê ji bo felaketa erdhejê ku li Kurdistanê hate jiyîn, bi rengekî aktîf beşdarî xebatan bibin. ‘’Di serî de yên li Ewrûpa dijîn, ji bo em piştgiriya civakî mezin bikin, heft heta heftê salî, divê çi ji destê me tê em bikin. Ji bo alîkariyên madî û menewî bi rengekî bi ewle bigîhên Kurdistanê û Sûriyê divê em seferber bin.’’ Herwiha bang li herkesê hate kirin ku tevlî vê pêvajoyê bibin.