Em teslîmî PDK’ê nabin

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:52

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas, di nav van rojevên germ de li ser proseya veger û ji nû ve avakirina Şengalê axivî. Xwedêda Ilyas di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku li ser Şengalê planên siyasî berdewam dikin û got:’’Bi Peymana 9’ê cotmehê re dixwestin îdareya Şengalê car din vegerînin PDK’ê û kesên ji Şengalê reviyane. PDK ji 2003’yan heya 2014’an li Şengalê bû, lê tiştek ava nekirin. Piştî 11 salan nekarîn parastina civakê bikin û di fermanê re derbas kirin. Ne tenê di fermana 2014’an de, di sala 2007’an de nekarîn Sîba û Tilezêr biparêzin. Wê çawa îdareya xwe careke din bi Şengalê bidin qebûlkirin? Ti aliyên siyasî êdî nikare xwe li Şengalê ferz bike, divê teqez îradeya Şengalê tê de hebe.’’

Bernameya vegerê pêk bînin

Xwedêda Ilyas destnîşan kir ku hewldan hene ku li Şengalê bêyî hebûna Rêveberiya Xweser sîstemek were avakirin û got:’’Dixwazin îdare çênebe, sazî û dezgeh neyên avakirin. Dîsa hewl didin civaka Êzidî û gelê Ereb li hev rabikin. Em bînin bîra xwe, piştî 2003’yan PDK’ê li Şengalê çi pêş xist, civaka Êzidî û gelê Ereb li dijî hev rakir. Li Şengalê li ser civaka Êzidî û gelê Ereb siyasetekî wisa qirêj tê meşandin. Me hêvî heye hikumeta Iraqê, pêkhateyên Şengalê li ber çav bigire. Eger li gor bernameya PDK’ê be, çawa ku Şengalê çol kirin wê 10 salê din jî wisa bimîne. Em ne li gel parçekirina Iraqê ne, me divê Iraqa federal û demokratîk were avakirin. Wekî civaka Êzidî em xwe wekî gelê Iraqê dibînin. Me 74 ferman dîtin lê me terka vê axê nekir û me ev ax parast. Di fermana 2014’an de ala Iraqê li ser Çiyayê Şengalê ma, bi keda şervanên Êzidî. Pêwîst e hikumeta Iraqê vê rastiyê ji bîr neke. Em car din teslîmî PDK’ê nabin.’’

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de bang li hikumeta Iraqê kir da ku xwedî li biryara xwe derkeve û 30’ê Hezîranê deriyê kampên li Başûrê Kurdistanê bigire, bernama vegera koçberan pêk bîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.