Bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li gundewarên Reqayê salane zêdetirî 100 hektar zevî tê çandin.

Her wiha li herêmê gelek sebze mîna bacanê sor (firengî), xiyar, kartol (petat), bacanê reş (balîcan), îsot, fasolî, petîx û zebeş tên çandin. Berhemên li sûk û bazarên deverê tên firotin, ev jî buhayan erzan dike.

Cotkar Cuma El Elî yê ji herêma El Kesra ya başûrê Reqayê, ji 25 salan ve karê çandiniyê dike. Îsal 30 donim sebze çandin. Ew dibêje, hilberîn, li gorî lêçûnê gelek baş e.

Çandiniya sera pêş dikeve

Cotkar Munîr Mexlaf ê ji gundê Simêhan ê rojavayê navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê jî bi bîr xist ku daketina nirxê lîreyê Sûriyê bandor li karê wan kiriye û got, “Em pêdiviyên çandiniyê bi dolar dikirin, lê hilberîn bi lîreyê Sûriyeyî tê firotin.” Cotkarên herêmê di çend salên dawî de, girîngî dane bi çandina sebzeyan di serayan de. Ji ber ku rêya yekane ye ku hilberînan zû bi dest bixin û bi bihayên guncav li gorî lêçûnê tên firotin. Cuma El Elî îşaret pê kir ku ev rêbazê çandiniyê, pêwîstiya wê bi amûrên wekî şîşên hesin, naylon, boriyên dilopê û dînamo heye ji bo ku avê bikişîne nav zeviyan. Tevî wê jî, El Elî eşkere kir ku hilberîn baş e û sûdê li herêmê dike.

Derfetên kar diafirîne

Hilberînê kir ku sebze erzan bibin. Li Reqayê kîloya bacanê sor bi hezar û 500 lîreyî ye, berê bi 5 hezar lîre bû. El Elî dibêje, kalîteya hilberînên wan ji yên derve baştir e. Munîr Mexlaf jî got, çandina sebzeyan li herêmê derfetên kar peyda kirine. 

Rêveberiya Xweser bi rêya nivîsgeh û komîteyên çandiniyê destekê dide cotkaran. Hevserokê Nivîsgeha Rêveberî ya Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Reqayê endezyar Mihemed El Receb got, “Nivîsgeha Sotemeniyê ya Komîteya Çandinê, mazotê bi 410 lîreyan dide cotkaran. Ji bo her donimekê ku di nav torên avdanê de ye 36 lître û her donimekê li derveyî wê torê, 48 lître mazotê dide. Her wiha semad li cotkaran belav dike û perspektîfan dide wan.”

ANHA/REQA