Em şopdarê xeyalên wan in
Sêşem 3 Kanûn 2024 - 03:00
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Em hevrêyên xwe Rizgar, Hogir û Serhed ên ku 22’yê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn, bi rêzdarî û hesret bi bîr tînin, soza dilsoziya bi bîranînên wan re didin. Hevrêyên me Rizgar, Hogir û Serhed di ferqa êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me de bûn û weke her ciwanek Kurd ê bi rûmet, bawer kirin ku divê di nava refên têkoşînê de cih bigirin. Weke milîtanên Apoyî dema ku dihat xwestin hevrêyên me Rizgar, Hogir û Serhed sing bi sing li dijî dijmin şer kirin û di pêvajoyên ku şer herî dijwar de, bêyî ku kêliyekî jî teredut bikin, girêdayî nirxên azadiyê man. Bi saya kevneşopiya berxwedana ku bi şehadeta xwe afirandîn, bûn meşaleya têkoşîna me ya azadiyê ku îro bûye lûtke.
Weke hevrêyên wan, em car din diyar dikin ku em ê bibin şopdar, parêzvan û pratîkvanên hevrêyên xwe. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêyê me Rizgar li Qoserê hate dinê ku yek ji navçeyên qedîm a Mêrdînê ye. Di sala 2014’an de bêyî ku teredut bike, refa sêyem a Zanîngeha Marmarayê terikand û tevlî nava refên gerîla bû. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û jiyana xwe ya dilnizm, hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrêyê me Hogir li gundê Şapata yê Semzînanê, di nava malbatake welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku di şer de bi fedekarî û dilnizmiya xwe karî cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de bigire, bi kesayetiya xwe ya gihîştî û sade bû milîtanekî mînak ê Apoyî.
Hevrêyê me Serhed jî di nava malbateke welatparêz a Qelqeliyê, jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku xwest rastiya Rêber Apo û şehîdan fêm bike û bibe xwedî jiyaneke bi wate, bi keda ku raber kiriye hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
Rizgar Bagok (Yavûz Selîm Uluç), li Mêrdînê jidayîk bûye, 22’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Hogir Hozan (Ferhat Tekîn), li Colemêrgê jidayîk bûye, 22’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Serhed Ozalp (Onder Geçer), li Wanê jidayîk bûye, 22’ê Adara 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN