Çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha Mexmûrê a li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan destpêkirî ji aliyê koma 69ʼan di roja 138’an de didome.
Yek ji beşdarên vê çalakiyê Ehmed Mijîniyê 70 salî ye. Ew qala giringiya çalakiya greva birçîbûnê dike û bang li tevahî gelê Kurd dike ku yekitiya xwe çêbikin.
Ehmed ji bo rewşa kesên wargehê jî dibêje; “Weke çûkekê her carê me hêlîna xwe li warekî çêdikir û me bi destê me xira dikir.”
Ehmed diyar dike ku ew berê li welêt di halê xwe de bûne, lê paşê sala 1983ʼan komeke PKKʼê ya weke koma karkeran tê naskirin tê gundê wan û bi hatina vê koma telebeyan re rewş diguhere. Ehmed dide zanîn ku ev kom deh rojan li cem wan dimîne û ji wan re qala kar û xebatên xwe dike û dibêje; “Êdî piştî vê yekê gel aliyê xwe diyarkir û yên ku wek me alîgiriya rêxistinê dikirin malên wan talan kirin û rêya derketina gund dan pêşiya wan. Em jî neçar man ku gundê xwe bihêlîn û ber bi Başûrê Kurdistanê ve penaber bibin.”
Ehmed qala siyaseta Başûr a li dijî xwe dike û vê siyasetê weke siyaseteke parelelî siyaseta Tirkiyê destnîşan dike û dibêje; Ne gelê Başûr û ne jî partiyên wan ti alîkarî bi me re nekirin. Lê paşê bi Neteweyên Yekbûyî re li kampan em bi cih bûn.
Ehmed dûrûdirêj qala siyaseta PDKʼê ya li dijî xelkê kampê dike û tîne ziman ku PDKʼê çawa kampa wan kiriye du beş û ambargo daniye ser wan; PDKʼê li Etrûş û Nînowayê çawa li talanê wan daye, mirovên wan kuştine û zarokên wan ji ber ambargoyê ji birçîna û nexweşiyan mirine; ji wir jî derbasî nava sînorê Iraqê herêma Nehdaran bûne û li vê herêma mayînkirî jî çend kesên xwe di mayînteqandinê de ji dest didin; paşê Sadam dibêje, ‘ezê cihekî bidim we’ û bi vî awayî li Mexmûrê bi cih dibin.
Ji bo Mexmûrê Ehmed dibêje; “Ev der wargeha mişk, mar û dûvpişkan bû, lê me wek gelê wargehê bi îrade û berxwedana xwe ev cih kir cihê jiyanê. Me bi kevir û kelpican xanî û dibistanên destpêkê ava kirin û heta gihaye vê astê gelê me li himber hemû zorî û zehmetiyan li ber xwe daye û serî netewandiye. Di wê demê de kesî destê alîkariyê dirêjî me nekir. Em niha di nava çemberekê de ne, her çar aliyê me girtiye û em di navê de li ber xwe didin. Niha armanca me ya vê çalakiyê ew e ku em bikarin girtiyên zindanan azad bikîn. Ji ber ku dema em temaşe dikin bi kêmanî 10 hezar mirovê me ji bo vê dozê niha di nava çar diwaran de ye. Ji wê zêdetir Serokê gelê Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî Rojhilata Navîn ronahiyek e, lê niha li girava Îmralî bi tecrîdek girankirî re rû bi rû ye. Em azadiya van girtiyan dixwazin, em mirovatiyê dixwazin, em ne li dijî kesî ne tenê em mafê xwe dixwezin.”
Çalakvana din jî Gozer Benek dayika 75 salî ye. Heta vî temenê bi êş û xeman re rû be rû maye. Dayîka Gozer hê di temenek biçuk de, di navbera çar dîwaran de hemû karê malê kiriye û berpirsiyara malê rakiriye ser milê xwe. Gozerê qala teqalîdên Kurdan ên nebaş dike û diyar dike ku bi hatina PKKʼê ev teqalîd guherîne û dibêje; Ev jî bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Gozerê jî qala zemanê berê yê kampê dike û dibêje, PDKʼê ji dewleta Tirk zêdetir dijminatiya me kir û dibêje; Lê dema em niha jî dinêrin ev êriş xilas nebûne.
Gozer dibêje, xeyala min a mezin ew e; ez bi Rêbertiyê re azad bijîm. Heta ez bijîm û heta dilopa xwîna xwe ya dawî ez ê di riya Serokê xwe de bimeşim.
POLÎTÎK AZAD