Em rûmeta xwe biparêzin
Sêşem 14 Çile 2025 - 03:15
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hevgirtina gel û şervanan heta roja îro hetiye parastin. Şêx Ehmed Mişmiş ku bi salan di nava xebatên Şoreşa Rojava de cih digire, îro jî bi heman berpirsyartiyê berê xwe daye Bendava Tişrînê û tevlî çalakiya rûmetê bûye. Şêx Ehmed Mişmiş di nirxandina xwe de wiha qala tevlîbûna xwe ya çalakiyê kir û got:"3 roj e, em li ser Bendava Tişrînê nobeda xwe digirin. Em wek gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rastî gelek astengiyan hatin heya ku em gihiştin Bendavê. Ji ber ku ji her alî ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dorhêla me bombebaran dikirin."
Şêx Ehmed di nirxandinê xwe de wiha girîngiya Bendavê anî ziman û got:"Ev bendav li ser tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyek mezin ava dike. Ji ber ku hem di warê xeteriya dawîanîna li jiyana milyonan insanan û hem jî aboriyê vî gelî qezenc dike. Ger ku Bendava Tişrînê birûxe, wê demê pêdiviyên jiyanî yên gelên herêmê tên binpêkirin."
Şêx Ehmed bal kişand ser zehmetiyên ku bi rê de kişandine û got:"Ji dema ku em ji Kobanê derketin û heya ku em gihîştin Bendavê hem bi balafirên bêmirov hem bi balfirên şer dewleta Tirk êrişî derdora me kir û xwest ku hatina me asteng bike. Lê belê em bi isras bûn ku xwe bigihînin Bendavê. Ji ber dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi giranî bomberdomanê xwe zêde kirin, di encamê de birîndar û şehîdên me çêbûn, tevî vê jî me gav bi paş de neavêt û me armanca xwe gihand serî û gihaştin bendavê." Di dawiyê de Şêx Ehmed bang li gelên heremê û gelê Kurd kir û got:"Werin em bi hev re rûmeta xwe biparêzin. Serkeftina Şoreşa Rojava, serkeftina tevahî Kurdistanê ye. Bi ti awayî destûr nedin dagirkeran ku planên tunekirina me bikin. Em ê bi yekbûna xwe sekeftina şoreşa gelê Kurd misoger bikin."
ANHA/TIŞRÎN