Em Rêberê xwe dixwazin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 18 Gulan 2023 - 15:06

  • Endamên KOMAW’ê Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê dewr girt. Dayê Xanê Yildiz got, ’’Ez bûm 80 salî. Bibim 100 salî jî ez ê ji bo Rêberê xwe werim li vir rûnim. Çalakiya li Cenevreyê jî bi heman armancê li ber avahiya NY dewam dike.

'Nobeta Azadiyê' ya ku Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strasbourgê da destpêkirin, di hefteya 569'an de dewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Çileyê 2021´ê li ber avahiya NY´yê ya Cenevreyê dest pê kiribû jî, bi heman armancê dewam dike.

Her hefte komên cihê yên ji Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê nobetê dewr digirin û dimeşînin. Vê hefteyê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) nobetê digirin.

Di komê de Xanê Yildiz, Selamet Mat, Selîm Oltan û Mehmet Şîrîn Akbaş hene.

Ji dayikên şehîdan, Xanê Yildiz li ser navê komê axivî, hêrsa xwe ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: "Me soz daye Rêber Apo; em ê ji rêya şehîdên xwe venegerin. Bi taybetî silavên xwe li Serok Apo dikim. Em bang li tevahiya cîhanê dikin, bang li wan hêzan dikin ku Rêberê me teslîmî dewleta Tirk kirine; em Rêberê xwe dixwazin. Em tiştekî din ji dewletan naxwazin. Em daxwaza Rêber Apo dikin. Ne parêzer ne jî malbat nikarin wî bibînin. 2 sal di ser re derbas bûn, agahiya me jê nîne. Ez ketim 80 saliya xwe, bibim 100 salî jî ez ê ji bo Rêberê me bêm li vê derê rûnim. Bi vê wesîleyê silavên xwe yên taybet li lehengên me yên li çiyayên Kurdistanê dikim."

 

Êdî Kurdan bibînin

Dayê Xanê Yildiz diyar kir ku êdî dayik xwe li ber bêedaletiya li gelê Kurd tê kirin ranagirin û got, "Girtîgeh tijî kirine. Dayikên me, keçên me, mêrên me girtine; ti dewlet nabêje 'ev jî mirov in'. Nabêjin 'Mafên van jî hene'. Hemû bûne yek û xwe bêdeng dikin. Ma gelo em mirov nînin? Mafên me jî hene. Em ji xaka xwe hatin derxistin. Em daxwaza Rêberê xwe dikin, daxwaza welatê xwe dikin. Bang li dewletên navneteweyî dikim; xwe ker û kor nekin. Êdî bes e, me bibînin! Dayik êdî xwe li vê ranagirin. Em li pişt Rêberê xwe ne, li pişt şehîdên xwe ne."

 

Em ê tekoşînê geştir bikin

Çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileyâ sala 2021’an ve ji bo azadî û şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê ya Swîsreyê tê lidarxistin jî dewam dike.

Di çalakiyê de destpêkê ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê rêz hat girtin. Piştre Mustafa Altûnbaş li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê axivî, behsa giringiya Şehîdên Meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê kir.

Altûnbaş bal bire ser çalakiya rûniştinê ku zêdeyî du salan e ew ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li dar dixin û got, ew ê têkoşîna xwe ji berê geştir bikin.

Mehmet Sutçu jî li ser navê Koordînasyona Partiya Çep a Kesk li ser hilbijartinên cara diduyan ên Serokkomariyê kir. Wî bi bîr xist ku li Swîsreyê deng wê ji 20 ta 24´ê Gulanê bîn dayîn û bang li hilbijêran hemûyan kir da ku biçin dengê xwe bidin. Paşê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.