Em rê nadin xiyanetê

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 01:35

  • Êrîşên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya malbata Barzanî yên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji alî Kurdistaniyên li Ewropayê ve hate şermezarkirin. Di çalakiyên şermezariyê de hate gotin dewleta Tirk dixwaze Başûr îlhaq bike û PDK jî ji bo vê armancê di bin xizmeta dewleta Tirk de ye.

Êrîşên dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin. Ji Hevserokatiya Navendî ya Civaka Kurd a Demokratîk Sîdar Amed bi Kurdî û Endama Komuna Jinan a Zîn Helena Dersim bi Fransî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û qadên gerîla dayî destpêkirin, seferber bibin û li her derê çalakiyên protestoyî lidar bixin. Dewleta Tirk a qirker ev şer bi hêzên hevkar û dewletên herêmê re gihandiye qonaxeke nû. Ji bo vê yekê hemû derfet û hewldanên provokasyonê tên bikaranîn. Bi hevkariya PDK’ê êrîş tên meşandin û bi vî rengî azadî û deskeftiyên gelê Kurd tên hedefgirtin. Başûr û Şengal di bin gefeke cidî de ne. Dewleta Tirk dixwaze Başûr û Şengalê dagir û îlhaq bike -mîna li Efrînê- qirkirinê pêk bîne.

PDK baskê dewleta Tirk e

PDK weke baskê dewleta Tirk dixebite û ji dagirkeriyê re zemînê amade dike û ji bo vê yekê jî hemû derfetên xwe seferber kiriye. Sewqiyata leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê hatî kirin, bi piştgiriya PDK’ê didome. PDK rêyên fermî ji artêşa Tirk a dagirker re vedike û kontrol bi temamî ji artêşa Tirk re hiştiye. Dewleta Tirk bi berfirehkirina êrîşên dagirkeriyê, armanc dike ku îdareya li Başûrê Kurdistanê bi dest bixe.”

Banga berxweda giştî

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate dayîn: “Em li her qadê bi berteka girseyî ya topyekûn, dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin. Em li dijî êrîşên topyekûn û xiyaneta hevkar, banga berxwedana topyekûn dikin. Bi vê wesîleyê em hemû çalakiyên dawiya hefteyê li Ewropayê tên plankirin, veguherînin çalakiyên girseyî û li dijî dewleta Tirk a qirker rabin ser piyan.”

Her wiha Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê meşiyan.

Girseya ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Ge) li qada Navigation li hev civiyan.

Dewleta Tirk şerê qirêj dike

Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên azadiyê yên Kurdistanê gel bi pankartên “Kurdistanê biparêze” û “Êrîşa li ser Kurdistanê bi rawestîne” dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û silavkirina berxwedana gerîla hat berzkirin û di tevahiya meşê de danezanên bi Fransî hatin belavkirin. Kurdistaniyên ku bi meşê gihiştin qada Mont-Blanc, li vir mîtîngek li dar xistin. Ramazan Kizilkurt ku di mîtîngê de axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bêyî ku sivîl û qadên sivîlan berçav bigire, li Kurdistanê stratejiyeke şerê qirêj dimeşîne.

Em rê nadin xiyanetê

Kizilkurt bi bîr xist ku ev êrîşên dagirkeriyê bi erêkirina hikûmeta Iraqê û hevkariya PDK’ê dewam dike û wiha got: “Ev êrîşên ku bi xiyanet û hevkariyê tê meşandin, li ser bingeha astengkirina yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Em ê rê nedin xiyanet û hevkariyê û têkoşîna xwe li ser bingeha azadî û yekîtiya Kurd bidomînin.”

Saziyên netewî divê helwestê nîşan bidin

Piştî axaftinê metna çapemeniyê ya bi Frasnî, ji aliyê Ramazan Baytar ve hate xwendin. Baytar, li dijî êrîşên li ser sivîlan bang li civaka navneteweyî kir û got: “Divê saziyên navneteweyî li dijî van êrîşên ku qadên jiyanê hedef digire, helwest bigirin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.