SÎBELCAN SELMAN / ANHA / HESEKÊ

Şêniyên Hesekê hewldan û însiyatîfên mirovî silav kirin ku ava vexwarinê ji bajêr re peyda kirin da ku êşên wan li gel qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk ve, sivik bikin. Her wiha diyar kirin ku însiyatîf, nîşaneya xurtbûna têkiliyên hezkirinê û helwesta berpirsiyariyê ye.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, şêniyên bajarê Hesekê ji ber kirîza avê gelek zehmetiyan dikişînin.

Ev rihê berpirsiyariyê ye

Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3'yê Tîrmehê de bajarê Hesekê weke devereke wêranbûyî ragihand û piştî vê însiyatîfên mirovî û eşîr ji bo destekdayîna şêniyên Hesekê û şandina avê ji wan re dest pê kirin.

310 tankerên avê li ser 6 qonaxan gihîştin Hesekê û li taxên bajêr hatin belavkirin.

Fatme El Ubêd a ji taxa Mişêrfe ya Hesekê siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got:"Em bang dikin ku av ji bo Hesekê bê berdan nexasim di vê germahiya zêde de."

Fatme însiyatîfên destekdayînê silav kirin û hêvî kir ku ev însiyatîf bidomin û av bigihîje hemû taxên bajêr.

Xatar El Ehmed jî got:"Kiryarên Tirkiyeyê dermirovî ne, av para hemiyan e û nabe bê qutkirin. Em ji bo însiyatîfên eşîran û yên Rêveberiya Xweser ên belavkirina avê spasdar in."

Xedîce Sîno jî spasiya van însiyatîf û organîzekaran kir û destnîşan kir ku însiyatîfên wiha nîşana hevgirtin û ruhê berpirsiyariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.