- Şeniyên Sinûnê yê Şengalê, peymana di navbera Hewler û Bexdayê de li ser Şengalê protesto kir.
Şeniyên Sinûnê yê Şengalê li dijî peymana di navbera Hewler û Bexdayê de li ser Şengalê hat îmzekirin meşiyan û daxuyanî dan.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meş organîze kir. Gelek welatiyên Êzidî, serokeşîr û kesayetên Şengalê tevlî meşê bûn. Meşê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Êzîdxan" û "Bimre xiyanet" berz kirin. Girseya gel heya rêya sereke ya Sinûnê meşiya û li wir daxuyanî hatin dayîn. Mamostayê Zimanê Kurdî Xwêdada Şengalî daxuyanî xwend û xwest her kes statuya Rêveberiya Xweser nas bike û qebûl bikin ku divê yên Şengal rizgar kirine ewlekarê wê bin.
Herweha di daxuyaniyê de hat gotin, ew peymanê red dikin û ew beşek ji Iraqê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN