Em perwerdeya siyasî naxwazin

Duşem 27 Îlon 2021 - 03:12

Ji ber binpêkirinên mafê mamosteyan, giraniya buhayê kel û pelan, meaşê kêm û yekdestkariya perwerdeyê, mamosteyên hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi çalakiyan nerazîbûn nîşan dan. 

Di rojên destpêkê yên vebûna dibistan û demsala xwendinê de pêr li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan bi armanca balê bibin ser binpêkirinên mafên mamosteyan, meaşê kêm û giranbûna buhayê kel û pelan, çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin.

Di hin çalakiyan de hilgirtina dovîzên bi nivîsên ji bo serbestberdana mamosteyên hatine girtin bal kişand ser xwe. Her wiha daxwaza 'Perwerdeya bêpere mafê zarokan e' û 'Em perwerdeya siyasî naxwazin!' hat kirin.

Hin ji bajarên çalakî li wan hatin kirin ev in: Merîwan, Îlam, Sine, Tehran, Xorasan, Esfehan, Loristan, Kohgîlûyê û Bûyêr Ehmed, Mazenderan, Yezd, Çarmehal, Bextiyarî, Kirmaşan, Seqiz.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.