• Nêçîrvan Bulut: Ji destpêka penaberiyê ve, me koletî û bindestî qebûl nekiriye û em ê ji îro û pê ve jî qebûl nekin. Dewleta Tirk û PDK dixwazin tişta bixwe û bi destê DAIŞ’ê li wargehê nekirin, bi destê Iraqê bikin. Em ê têlkirina derdora wargehê qebûl nekin.

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Hêzên Artêşa Iraqê 27’ê Kanunê danê sibehê bêyî ku agahiyê bidin, xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê. Hêzên Iraqê xwestin derdora wargehê bi têlan bigrin. Lê xelkê wargehê nerazîbûna xwe nîşan da. Wargehê nehişt Iraq dora wê têl bike. Berdevkê Komîteya Karên Derve ya wargehê Nêçîrvan Bulut dibêje, ew ê ti carî qebûl nekin ku dora wargeyê bi têlan were girtin.

Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê, hîna jî yek ji rojevên germ ên li Başûrê Kurdistanê ye. Ji roja penaberbûne heta, niha bi dehan caran êriş li dijî wargehê çêbûne. Herî dawî balafireke biçek û bê mirov a dewleta Tirk a dagiker 3´yê Îlona 2021’ê serê sibehê saet 08:18’an de navenda wargehê bombebaran kir. Di êrişê de xelkê sivîl raste rast bû hedef, dayîkek birîndar bû û ziyana malên derdorê çêbû.

Piştî êrişan, Iraqê yekser ji wargehê xwest şandeyek biçe Bexdayê. Şandeyeke ji nûnerên wargeha penaberan a Mexmûrê, li ser vê yekê li Bexdayê bi rayedarên Iraqê yên di asta bilind re civiyabû. Di hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re mijar rewşa ewlekarî û sedema penaberiya xelkê wargehê bû.

Piştî wê jî gelek hevdîtin çêbûn, şandeya wargehê jî xwestibû ji Iraqê şandek serdana wargehê bike û ji nêz ve rewşa wargehê bişopîne.

Iraqê şande şand

Di çarçoveya hevdîtinan de şandeke ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya ji cihgirê Misteşarê Emnil Qewmî, Dr. Elî Evdilezîz Yasirî, Nûnerên penaberên Iraqê, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, Wezareta Parastina Iraqê, Wezareta Perwerde ya Iraqê, Wezareta Aborî, bi giştî nûnerên 7 wezaretan, 24’ê Mijdara 2021’ê çû serdana wargehê. 

Şande destpêkê li ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê, bi nûnerên wargehê re civiyabû. Di civînê de pirsgirêkên perwerde, tendirustî, xizmetguzariya şaredariyê, peymanên karkeran, parastina wargehê ji êrişên dewleta Tirk, rêgiriya PDK’ê ya li ser wargehê, hatin gotûbêjkirin. 

Piştî hevdîtinê şande li nav wargehê geriya û bi çavê xwe mal û halê gelê wargehê dît. Şande çû nav gelek malan. Piştî hevdîtin û gera şandeyê li nava wargehê, Iraqê xwest li nav wargehê serjimêriyê bike. Serjimêriyê 25’ê Mijdarê dest pê kir û hema hema diqediya. Li gorî sozên rayedarên Iraqê, piştî diyarkirina serjimarê, alîkariyên weke erzaq, pêwîstiyên ji bo dibistan, şaredariyê û xizmetguzariya wargehê wê bihatana kirin. Di hevdîtinan de bi ti awayî gelê wargehê, têlkirina wargehê nepejirandibû û weke xeteke sor ragihandibû Iraqê.

Soza xwe negirtin

Piştî hevdîtin û şandeyên Iraqê çav li rê bû Iraq sozên xwe bi cih bîne. Lê hêzên Artêşa Iraqê 27’ê Kanunê sibehê, bêyî ku agahiyê bidin, xwestin bikevin wargehê. Armanca hêzên Iraqê bi têlan girtina derdora wargehê bû. 

Li ser vê yekê bi hezaran xelkê wargeha penaberan çûn ber derê seytereyê û wan nerazîbûna xwe nîşan da. Gel bi vî rengî hêzên Iraqê dan sekinandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, li ser navê xelkê wargehê şandeyek bi rayedarên Iraqê re civiya. Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Wargeha Mexmûrê, Nêçîrvan Bulut jî di heyetê de bû û ji me re axivî. 

Nêçîrvan Bulut bi bîr xist ku di encama hevdîtinê berê de wan ji Iraqê xwestibû şandekê bişînin wargehê û bi çavê xwe wargehê bibînin. Bulut dibêje, li ser daxwaza wan şande di 24’ê Mijdarê de çûye serdana wargehê û got; “Ji ber ku demeke dirêj e Hikûmeta Herêmê rê li me girtiye, me xwest êdî saziyên weke şaredarî, dibistanên me bi Iraqê ve werin girêdan û alîkariya pêwîst a ji bo xelkê wargehê jî Iraq bide.”

Nêçîrvan Bulut got, rayedarên Iraqê di hevdîtinên xwe de soz dabû ku dest wernedin nav wargehê, Meclîsa Gel weke muxatebê xwe bibînin.

Nêçîrvan Bulut diyar kir ku di encama lihevkirinan de navendeke polêsan jî li wargehê bi cih bû û wiha pê de çû; “Me ji wan xwest îdare careke din vegere nava wargehê, dîsa pirsgirêkên di rêyan de ji bo şêniyên wargehê çêdibûn, werin çareserkirin, soza çareserkirinê dabûn. Piştî ku îdareya Iraqê hat, Neteweyên Yekbûyî jî wê bi awayekî fermî dest bi kar û barên xwe bikin.”

‘Statuyeke me ya siyasî heye’

Nêçîrvan Bulut wiha behsa hewldana têlkirina dora wargehê dike: “Di hevdîtinan de bi ti awayî mijara têlkirinê nebû rojev, me bi awayekî fermî ji rayedarên Iraqê re ragihand, têlkirin xeta me ya sore. Em bi ti awayî qebûl nakin derdora wargehê were têlkirin. Rayedarên Iraqê ji me re gotin ji Bexdayê ferman hatiye. Wargehên din ên penaberan ji me re mînak nîşan didin, lê statûyeke me ya siyasî heye. Ji roja em penaber bûne heta niha, me ev yek qebûl nekiriye.

Zexta Tirkan e

Bê guman em dizanin ev zexteke dewleta Tirk e. Jixwe, dewleta Tirk çi dema dixwaze êrişên hewayî li dijî me dike, vê carê jî dixwazin dorê li wargehê bigirin. Heger vê ferz bikin, em ê ti carî qebûl nekin, helwêsta me îro çawan e, sibe jî wê wisa be. Me ji rayedaran re ragihand, heger dûbare ferz bikin, em ê helwêsteke tund nîşan bidin.

Koletiyê qebûl nakin

Me ji şandeyê re daxwazên xwe dîsa gotin û hişyar kir. Ji ber ku sîstemeke me heye, statuya me heye. Em ne dîlên şer in, û em ti carî vê napejirînin. Me ji wan re got, em ê ti carî jiyana koletiyê qebûl nekin, heger yek ji me bimîne jî êm ê qebûl nekin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

PDK û Tirk zextê li Iraqê dikin

Nêçîrvan Bulut behsa bandora zextên PDK´ê û dewleta Tirk ên li ser Iraqê jî kir: “Rêgirtina PDK’ê, êrişên hewayî yên dewleta Tirk û tevgera çeteyên DAIŞ’ê, hemû, bi hev ve girêdayî ne. Zextên Iraqê jî encama zextên PDK û Tirkiyeyê ne. Ji ber ku bi rêya êriş û DAIŞ’ê negihiştine armanca xwe, dixwazin di ser Iraqê re bigihin encamekê. Em dixwazin pirsgirêk di çarçoveya zagonên Iraqê de werin çareserkirin.”

Bulut herî dawî bang li gelê Kurd kir: “Banga me destpêkê ji bo gelê me ye. Xwedî li Mexmûrê derkevin, bi çalakiyên xwe helwêsteke girseyî nîşan bidin. Mexmûrê ti carî serê xwe li ti kesî netewandiye, bindestî û koletî qebûl nekiriye. Ji bo wê, piştgiriya gelê me ji bo pêwîstiyek e. Divê saziyên navneteweyî yên mafên mirovan jî, berpirsyariyên xwe yên heta niha bi cih neanîne, bi cih bînin.”

Rewşa Wargeha Mexmûrê

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li quntara çiyayê Qereçox ê di nava sînorên navçeya Mexmûr a ser bi parêzgeha Musilê de ye.

Li wargehê qederê 12 hezar welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê sala 1994’an ji ber zilma dewleta Tirk pena xwe birine Başûrê Kurdistanê, dijîn. 

Di 17’ê Tîrmehê de li restorana bi navê Hoqqabaz a li Hewlêrê, berpirsyarê MÎT’a Tirk Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan. Rojekê piştî bûyerê, 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Rêveberiya PDK’ê roja bûyerê, 17’ê Tîrmeha 2019’an ambargo danî ser wargehê û rê neda ku ti kes ji wergehê biçe Hewlêrê. Ji ber ambargo û girtina rê ya bêhtirî 2 salan, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. 

Êrişên dewleta Tirk yên 
li dijî wargehê

Dewleta Tirk gelek caran êriş bire ser wargehê:

6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî -Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar - şehîd bûbûn.

13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li wargehê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûn.

18’ê Tîrmeha 2019’an balefirên Tirk bombe li wargehê barandin û du kes birîndar bûn.

15’ê Nîsana 2020’an jî balefira bê pîlot a Tirk bombe li wargehê barandin û sê jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.

15’ê Hezîrana 2020’an balefirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebû.

5 Hezîrana 2021’ê  balefira bê pîlot a bi çek a dewleta Tirk bombe li wargehê barand, ti ziyana canî çênebû.

3 Îlona 2021’ê de bi balafira bê mirov êrişî navenda wargehê kir. Di encama êrişê de jinek birîndar bû û ziyan li gelek malan bû.

Ji Bihêrê heta bi Mexmûrê

Penaberên wargeha penaberan a Mexmûrê ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaranê mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên mirina zarok, pîr û jinan, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man. Di van êrişan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.

Koçberên Bakûr di encama vê rêwitiya zor û zehmet de sala 1998’an li quntara çiyayê Qereçoxê yê li navçeya Mexmûrê bi cih bûn. Destpêkê, zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrinê nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Tevî zehmetiyan jî, penaberan li vir jiyaneke nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastinê û wekî din hatin avakirin. Wargeh bi awayekî fermî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûl kirin û hîna jî dibin sîwana NY´yê de ye.