Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Amed, Stenbol, Mersîn, Edene û Wanê Nobedên Edaletê dewam dikin.
Li Wanê Nobeda Edaletê ya ku Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) da destpêkirin, di roja 15’an de ye. Bi rengekî girseyî serdan li çalakiyê tê kirin. Nûnerên rêxistinên Erdîş û Artemêtan ên DEM Partiyê tevî gelek kesan serdana çalakgeran kirin. Dayika Aştiyê, Muzeyyen Butun bal bire ser girîngiya Nobeta Edaletê û got, "Me her tim bang kir, îro jî em bang dikin: banga me li tevahiya rêveberên dewletê, Wezareta Edaletê ye. Wezareta Edaletê haya xwe ji kiryarên li zindanan heye. Em dibêjin; vê zilmê li zindanan bi dawî bikin. Em naxwazin mirov li zindanan bimirin."
Dayika Aştiyê Hanim Varli jî got, "Em tarîtiyê naxwazin, ronahiyê dixwazin. Em mirinê û kuştinê naxwazin, em aştiyê dixwazin. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin. Mafê mirovan çi be em wê dixwazin. Mafê kê çi be em jî mafên xwe dixwazin."
WAN