Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku li Qerebaxê çete hene û got: “Em ê hebûna çeteyan li nêzî sînorê xwe qebûl nekin.”
Zerîf diyar kir ku ew piştrast in, çete û paşmayên DAIŞ’ê anîna Qerebaxê û got: “Heye ku Îsraîl jî li wir hebe. Em di warê hebûna çeteyan a li herêmê piştrast in. Hebûna wan di berjewendiya ti welatan de nîne. Di guftûgoya vê dawiyê ya li gel rayedarên Azerbeycan, Ermenistan, Rûsya û dewleta Tirk de me ragihand ku hebûna çeteyan li nêzîkî sînorê xwe qebûl nakin.”
Zerîf qala şikestina 3 agirbestan kir û got; “Li ser vê mijarê me pêşniyar pêşkêşî çend welatan kiriye. Hem ji bo agirbesta demkî, hem jî ji bo çareserkirna tamamî ya Qerebaxê. Niha li benda bersivê ne.”
Herî dawî pêr Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku xebata veguhistina çeteyên ji Sûriyeyê berdewam e û hejmara çeteyên ku ji Suriyê derbasî Azrebeycanê hatine kirin zêdetirî 2 hezar û 350 çeteyan ne.

NAVENDA NÛÇEYAN