M.ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Dadgeha siyasetvanê Kurd Kenan Ayas ê ku bi daxwaza dewleta Elman, Qibrisê teslîmî Elmanyayê kiribû, li Hamburgê dest pê kir. Dema ku dozê dest pê kir, li pêşiya dadgeha eyaletê ya Hamburgê jî, çalakiya piştgiriyê ya ji bo Ayas hebû.

Derbarê Ayas ê ji Hezîranê ve li girtîgeha Damtorê li Hambûrgê girtî, ji madeya 129b ya qanûna ceza ya Elman, doz hate vekirin. ev qanûn weke qanûna zilma li Kurdan jî tê binavkirin. Rûniştina dozê ya destpêkê, li dadgeha eyaletê ya Hambûrgê pêk hat. Kenan Ayas, bi îşareta serketinê, silav li hazirên li salona dadgehê kir.

 

Midyad li Kurdistanê ye

Kenan Ayas, gava nasnameya wî hate tesbît kirin, li ser pirsa ‘Midyad li Tirkiyeyê ye yan na?’, bersiva ‘li Kurdistanê ye’ da. Di mitaleya dozgeriyê de hate îdîakirin ku karên siyasî yên Ayas ên di salên 2018-1019’an ên li Hamburgê û derdora wê sûc in, daxwaz hate kirin ku li gorî madeya 129b ya qanûna ceza ya Elmanyayê, ceza lê were birrîn. Parêzerê Ayas, Antonia von der Behrens li hemberî mitaleya dozgeriyê, bi bîr xist ku muwekîlê wê li Tirkiyeyê jî ji doza KCK’ê hatiye dadgehkirin û 13 salan di hepsê de maye: “Ti carî tevlî bûyerên şidetê nebûye. Ew di çarçoveya berjewendiyên aborî û leşkerî yên Elmanya û Tirkiyeyê de tê dadgehkirin. Ti aliyê hiqûqî yê vê dozê tineye û divê were bidawîkirin.

 

Em dixwazin PKK ji lîsteyê bê derxistin

Dema ku rûniştina dozê dewam dikir, Înîsiyatîfa Azadî ji Kenan Ayas re jî li pêşiya dadgehê, çalakî li dar dixist. Parlamenterê AKEL’ê yê Başûrê Qibrisê, Giorgos Koukoumas jî tevlî çalakiyê bû û got, “Tevî ku Kenan Ayas bi ti awayî tevlî bûyerên şidetê nebûye jî, bi gotina ‘terorîst’ em dadgehkirina wî qebûl nakin. Ew bi xwe siyasetvaneke ku daxwaza azadiya gelê xwe, li her platformê tîne ziman. Divê bê gotin, ev doz û her biryara wê, siyasî ye. Ez vê helwêsta Elmanyayê û helwêsta wê ya beramberî Kurdan rûreş dikim. Em li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in û em dixwazin PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin.’’

Li ser navê Komîteya Azadî ji Kenan Ayas re, Anja Flach jî got, Kenan Ayas ji bo gelê xwe, şervanekî azadiyê ye:’’Em jî nirxên ku ew diparêze, diparêzin û em dibêjin, hertim li gel wî ne.”

 

Em ê bêrûmetiyê qebûl nekin

Kekê Kenan Ayas, Orhan Ayas ê ji bo dadgehê ji Swêdê hatibû jî got, wî birayê xwe dîtiye û moralê wî gelekî baş e: “Weke malbat, me berdêlên mezin dane. Birayê min Kenan jî, vê kevneşopa birûmet dewam dike. Em ê ti carê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Heta nefesa xwe ya dawiyê, em ê bibin neferên vî gelî û doza wê.”
Rûniştinên doza li dijî Kenan Ayas wê heta 7’ê Mijdarê, dewam bikin.