Terora dewletê bela xwe jê venake

Nûçeyên Dîaspora

În 24 Mijdar 2023 - 15:44

  • Mehmet Çakas ji ber terora dewleta Tirk penaberî Elmanyayê bû. Elmanyayê pêşî doza wî ya penaberiyê red kir û ji ber xebatên wî yên siyasî yên destûrî, ji Îtalyayê xwest ku wî radestî wê bike. Çakas îdîanameyê weke piçûkxistin û heqaretê dibîne û tenê parastina siyasî dike. 

REWŞAN DENIZ / FRANKFURT

Mehmet Çakas bi qewlê xwe, "ev 40 sal in mexdûrê terora dewletê" ye. Ne mexdûrê terora dewletekê lê yê du dewletan. Dewleta Elman niha bi xala Qanûna Ceza ya Elman 129b´yê Mehmet Çakas dadgeh dike. Hêzên dewleta Tirk bavê wî qetil kirin û gef li wî xwarin û gotinê, "aqûbeta te wê bibe weke ya bavê te". Ew jî neçar ji Kurdistanê derket û bû penaber. Niha dewleta Elman hewl dide tohmeta sûcên "terorê" bixe stûyê wî. Mehmet Çakas dibêje, ev tohmet rûmeta wî dişikîne û wiha dipeyive: "Ez vê tohmetê bi temamî red dikim." Ew dibêje, nabe ku bê qebûlkirin, dewleta Elman ji ber aktîvîteyên siyasî û civakî zextê li gelê Kurd û weke endamekî vî gelî li wî bike.

Doza penaberiyê ya Mehmet Çakas li Elmanyayê hatibû red kirin û ji ber vê yekê, ew çûbû Îtalyayê. Dewleta Elman ji bo doza niha li dijî Mehmet Çakas bi rê ve dibe, doza radestkirina wî li Îtalyayê kir û Îtalyayê ew Adara 2023´yan radestî Elmanyayê kir. Elmanyayê ji ber xebatên wî yên siyasî yê li Bremen û Hannoverê doz lê vekir.

Rûniştina pêşî ya dozê 4´ê Îlonê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Celleyê bi rê ve çû. Di rûniştina 10-11´ê Cotmehê de Mehmet Çakas parastina xwe nivîskî da dadgehê. Mehmet Çakas nerazîbûn nîşanî tohmeta "terorîzmê" da û da zanîn ku ew ê parastina devkî neke û bersivê jî nede pirsan.

 

Girêdayî dîroka miletê min e

Weke ku êdî ji dozgerên Elman re bûye adet, her tiştî dixin ber 129b´yê û mafên destûra bingehîn a Elmanya wan misoger dike jî, weke sûc dixin stûyê Mehmet Çakas: Mafê meş û xwepêşandanan di nava van "sûcan" de ye.

Di beşa pêşî ya parastina xwe de ew dîroka komkujî û zilma sed salan a piştî Peymana Lozanê li miletê Kurd tê ferzkirin dinirxîne. Di beşa duyem de ew behsa rabihuriya xwe û ya malbata xwe dike û dibêje, "Tiştên hatin serê min, nabe ku ji dîroka miletê min serbixwe bên dîtin. Tişta ku me Kurdan esas diyar dike, zilma li miletê me bûyî ye."

 

Yek ji tohmetan jî ne sûc e

Di parastina xwe ya nivîskî de Mehmet Çakas bi ihtîmam îşaret pê dike ku ti rewşa ku dozgerî dixe stûyê wî, ne sûc e. Ew dibêje, weke her Kurdî li Tirkiyeyê ji destê wî mafê wî yê siyasetê û xweîfadekirinê hatiye girtin. Mehmet Çakas dibêje, bi tohmetên Elmanya dike, heman tişt pêk aniye. Mehmet Çakas bi bîr dixe ku dozgeriya Elman, ji ber xebatên wî yên siyasî yên di navbera 2018-2021´ê de doz li wî vekiriye û dibêje: "Di vê demê de min ti karê derveyî qanûnê nekir. Ez difikirim ku ez kesekî welê me ku bi temamî li gorî mafên xwe yên sereke rabûye û rûniştiye. Tevî vê jî sûcê ‘teror’ê ku piçûk dixe û rûmetê dişikîne, dixin stûyê min. Ez vê tohmetê bi temamî red dikin."

Mehmet Çakas ê Çewlîkî, bi bîr xist ku dewleta Tirk gelek caran di bin navê "têkoşîna" qaşo "li dijî terorê" ji ber xebatên wî yên demokratîk ew dadgeh kiriye û wiha dewam dike: "Li vir, li Elmanyayê dozeke weke wan li min hat vekirin. Vê ez gelekî ecêbmayî hiştim. Li hemberî vê rewşê bi ya min lazim e ku înkara 40 sal e li ser min tê ferzkirin, rave bikin."

 

Ev 40 sal in ez mexdûrê terora dewletê me

Mehmet Çakas ji ber dozên ji ber xala qanûna ceza 129b´yê pirsa ‘Gelo Elmanya nirxên demokratîk li gorî ferdan û siyaseta derve pêk tîne’ bi bîr dixe û dibêje, tişta hatiye serê wî yekser elaqedarî înkar û tinekirina li ser Kurdan tê ferzkirin e: “Ev bêhtirî 40 salan e ku ez mexdûrê terora dewletê me. Ji ber vê ez hatim welatekî ku min bawerî bi nirxên wê yên demokratîk anîn, min jê doza penaberiya siyasî kir. Li vir tohmeteke wiha mezin li min bar kirin û ev jî esas asta trajediya 100 salan a miletê Kurd nîşan dide.” 

 

Xwe kerr kor û lal dikin

Mehmet Çakas dibêje, di îdîanameyê de gelek caran navên Kurd û Kurdistanê tên hildan, lê herçî kirinên neinsanî yên li dijî Kurdan û Kurdistanê be, rewşa “min nedît, min nebihîst, ez nizanim” her xwe dubare dike.

Mehmet Çakas bi bîr dixe ku îdîaname 24´ê Tîrmeha 2023´yan yanî di salvegera sedemîn a mohrkirina Peymana Lozanê de gihiştiye ber destê wî û di parastina xwe de bi berferehî behsa siyaseta qirkirin û înkarê ya li dijî gelê Kurd a sed salan dike. Ew dibêje, kesên ku li hember asîmîlasyon û siyaseta înkarê li ber xwe dane, dewleta Tirk ew ji berê ve weke "paşverû, hov, rêbir, anarşîst û dawiya dawî wele terorîst" bi nav kirine. Mehmet Çakas dibêje, “Dewleta Tirk berpirsiyariya tevahiya gunehê mêrkujî û jinkujiyên xwe jî xistiye stûyê Kurdên berxwedêr, ên ku teslîm nabin. Ev rêbaza dewleta Tirk e, ew bi vê rêbazê manîpulasyonê berpirsiyariya sûcên xwe yên siyaseta înkar û tinekirinê jê dixe stûyê miletê mexdûr û mezlûm, Kurdan."

 

Sefera tinekirinê da destpêkirin!

Mehmet Çakas bi bîr dixe ku sala ew weke penaber çûye Elmanyayê, dewleta Tirk li dijî Kurdan sefereke mezin a tinekirinê daye destpêkirin û dibêje, “Gelê Kurd îradeya xwe bi rêya hilbijartina HDP´ê li aliyê çareseriya destûrî, nîşan da. Dewleta Tirk bi pêşengiya Erdogan, fermana qirkirina Kurdan da. Dewleta DAIŞ perwerde kir, ew bi sîlehan gurçûpêç kir û kir ku êrişî Kurdan bike. Armanca sereke ya vê siyaseta ku dewleta Tirk navê şikandinê/hilweşandinê lêkiriye, ew e ku di konjuktura nû ya herêmê de destketiyên Kurdan ên muhtemel hê di malzarokê de biperçiqîne, û çî Kurdan hebe, tine bike. Êrişa cîhadî ya fethê, li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam kir." Mehmet Çakas êrişên li dijî Sûr, Nisêbîn û Cizîrê dagirkirina Efrînê kite bi kite vegot.   

 

Bi seferberiya li dijî DAIŞ´ê tê gunehbarkirin

Li ser tohmetên di îdîanameyê de Mehmet Çakas dibêje, “Wexta ez li Elmanyayê bûm, min dît ku bêyî cihêtiyeke îdeolojîk û siyasî, temamê miletê Kurd bi fedakariyeke mezin li dijî vê êrişa komkujer a cîhadî li ser piyan bû. Lê belê ji ber ku xebatên min ên siyasî yên vê demê de cewherê îdîanameyê pêk tînin û min biryar daye ku li ser van tohmetên di îdîanameyê de ti daxuyaniyê nedim, ji ber wê, ez naxwazim ser jiyana xwe ya di vê demê de tiştekî bibêjim.”

Rûniştinên bê yên doza li dijî Mehmet Çakas wê 7´ê Kanûna 2023´yan, 7 û 10 Çileyê 2024´an dewam bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.