
Hunermend Mazlûm Dora yê ku dewleta Elman bi qanûna 129b ji ber xebatên wî yên çandê ceza kir û li hepsê miameleya kêfî û xirab pê re dike, ev 39 roj in li dijî dewleta Elman di greva birçîbûnê de ye. Kurdistaniyan li Stuttgartê çalakiyeke piştgiriyê lidarxist.
Parêzerê Dora, Psaltiras Christos 25´ê Cotmehê pê re peyivî û got, “Muwekilêmî 11 kîloyên din li xwe kêm kirine, maye 48 kîlo. Wî ji min re got, rêveberiya hepsê û bijîşkan heyetek çêkiriye, bi wî re peyivîne û hewl didin wî razî bikin da ku dev ji çalakiya xwe berde.”
Psaltiras Christos da zanîn ku “Greva Mazlum Dora dewam dike. Wî ji heyetê re gotiye, wî ti kar nekiriye ku karibe bibe sedema cezakirinê. Wî di dewamê de ji heyetê re gotiye, ‘Hûn serê xwe ji sedema greva birçîbûnê naêşînin, lê bi encamên wê re elaqedar dibin. Dibe ku bi çalakiya min 129b betal nebe. Lê ez hêvî dikim ku qet nebe lê betalkirina vê 129b ya ku siyasetê li Kurdan qedexe dike, di rojevê de minaqeşe çêbin.”
KCDK-E xwest çalakî bi dawî bibe
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) ragihand ku ji 21'ê Îlonê ve Mazlûm Dora di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye û ferzkirina qanûna 129b, serdegirtina li saziyên Kurdan, kiryarên xerab ên li girtiyên siyasî yên Kurd şermezar dike û got, "Em piştgiriyê didin çalakiyên mafdar ên girtiyên siyasî yên li girtîgeha Elman ku bi kiryarên xwe ne kêmî girtîgehên Tirk e. Çalakiya greva birçîbûnê ya Mazlûm Dora raya giştî ya xurt afirandiye. Gelek Elman û Kurdistaniyan piştgirî dan û hêz dan çalakiyê."
KCDK-E'yê diyar kir ku Mazlûm Dora bû dengê bi dehan girtiyên li girtîgehên Elmanyayê û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bal kişandiye, lewma jî eger çalakiya xwe bi dawî bike û têkoşîna xwe li ser zemînên cuda dewam bike wê bi wate bibe. Bi vê wesîleyê em bang dikin ku dawî li kiryarên kêfî yên li girtîgehên Elmanyayê yên li ser girtiyên siyasî bê anîn û bi lez bêne berdan."
Hunermend Mazlûm Dora 11'ê Gulana 2021'ê bi îdîaya endametiya PKK´ê hatibû girtin. Mazlûm Dora ji ber karên xwe yên çandî û hunerî jî, weke nimûne ji ber lêdana li daholê ya di dema meşeke protestoyî de, ji ber strana xwe ya Cenga Rojava dihat tohmetbarkirin. Ew ji hingê ve li Hepsa Stammheîmê girtî ye û niha di greva birçîbûnê de ye. Mazlûm Dora demeke kurt beriya serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê wê demê Çavûşoglû ya li Berlînê hatibû binçavkirin û girtin. Tevî ku têkildarî wî delîl nebûn jî 3 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birrîn. Mazlûm Dora par ji ber pêkanên kêfî yên li hepsê, bedena xwe da ber agir. Ji ber vê yekê, dozeke din li Mazlûm Dora hat vekirin, û 2 sal û 3 meh cezayekî din ê hepsê lê hat birrîn. Ji bilî vê cezayekî pere yê 1000 euroyî jî li Dora hatibû birrîn. Ji ber ku miameleya xirab û kêfî ya li dijî wî dewam kir, 21´ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê ya bê mohlet û bê dor kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN














