Mamoste û xwendekarên Efrînê soz dan ku wê pêşxistina zimanê kurdî bidomînin. Her wiha diyar kirin ku ziman hêmaneke girîng a nasnemeya çandî ya gelan e û pêwîstiya parastina zimên destnîşan kirin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sala 2006`an, 15`ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî destnîşan kir. Dîroka diyarkirina vê rojê vedigere weşandina çapa yekemîn a Kovara Hawarê ku di 15`ê Gulana 1932`yan de li paytexta Sûriyê Şamê hatibû belavkirin.
Mamoste û xwendekarên dibistana şehîd Hawar a li kantona Şehbayê, girîngiya parastina zimên û mafê her pêkhateyekê ku bi zimanê xwe fêr bibe, anîn ziman.
Mamosteya erdnîgariyê Sêvîn Ebdo diyar kir ku ew roja zimanê kurdî li hemû Kurdan pîroz dike û got: “Ev roj rojeke pîroz e, ji ber ku bi armanca tunekirinê, gelek êriş li dijî Kurdî hatin kirin.”
Mamosteya zimanê kurdî Nura Hesen jî bal kişand ser girîngiya parastina zimên û got: “Ji mafê me ye ku em çand û zimanê xwe ji pişaftinê biparêzin.”
Xwendekara bi navê Rozîn Dada jî got; "Zimanê kurdî zimanekî xweş e, ji mafê tevahî gelan e ku bi zimanê xwe fêr bibin.
ANHA/ŞEHBA