Em ji bo sala 47’an amade ne
Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 03:20
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, sala 47'an a têkoşînê wê bibe sala têkoşîneke gelekî xurt a ji her alî ve.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di 'Bernameya Taybet' a televîzyona Medya Haberê de axivî û diyar kir ku ew bi amadekarî, plansazî û biryardariyeke hîn xurt dest bi sala 47'an a damezrandina tevgera PKK'ê dikin û wiha got:’’Me silav ji Rêber Apo wergirt. Bi hesreteke kûr û hurmet silav dikim. Em dikevin sala 47'an a damezrandina PKK'ê. Cejna partiyê li Rêber Apo pîroz dikim. Di 23'ê Mijdarê de Omer Ocalan biraziyê Rêber Apo pê re hevdîtinek kir. Rêbertî li wê derê rewşa xwe bi şênberî got. Got, 'Yek, tecrîd dewam dike. Du, eger şert û merc bêne afirandin, ew hêza min heye ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de dikarim bi rola xwe rabim'. Hêzên şoreşger, demokrat û welatparêz li ser vê nîqaş kirin, dikin û hewl didin fêhm bikin. Lê belê derdorên din hîn bêhtir spekulasyonê dikin bi rengekî neyînî. Têkoşîna bi pêş ketiye û asta Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ku di asta navneteweyî de tê meşandin, dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP'ê bi rastî jî tengav kiriye, xistiye nava hilweşînê. Me gelek caran hişyarî dan û gotin, 'Hûn Tirkiyeyê dixin nava felaketekê'. Beriya me, Rêber Apo di parêznameyan de analîz kir û hişyarî da. Lê belê guh nedan vê yekê, nexwestin guh bidin û fêhm nekirin. Lê belê piştî ku rastî hat ber wan, ketin nava panîkê û ji destpêka Cotmehê ve dibêjin, 'Biratiya Kurd û Tirkan, em bibin yek, yekîtiya neteweyî pêwîst e. Îsraîl wê êrîşî me bike, nebû bila Ocalan bê li meclîsê biaxive, bila biaxive û ragihîne ku rêxistina xwe tasfiye dike'. Çapemeniya Tirk navenda propaganda şerê taybet, rêxistiniya şerê psîkolojîk e. Gotinek heye, dibêje 'hestiyê ziman nîne'. Hewl didin Rêber Apo bi vî rengî nîqaş bikin. Eşkere bû ku amadekariyên wan nîne. Tenê piştî ku xeterî dîtin di nava panîkê de hişt îdîa kirin, hewl didin rojevê berevajî bikin. Pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî bi rastî jî zor da wan. Êdî her kes bi vê rewşê zane. Her kes dibêje, divê tavilê azad bibe. Zexteke gelekî cidî ya vê yekê heye. Bendewariyan biafirînin, rojevê berevajî bikin, li gorî xwe rojevekê ava bikin.
TUSAŞ’ê maskeya wan anî xwarê
Lê belê maskeya li ber rûyê wan zû ket. Bi rastî jî çalakiya hevrê Asya û Rojger her tişt raxist pêş çavan. Hîle û lîstik ser û bin kir. Maskeya li ber rûyê wan xist. Rastî bi şênberî nîşan da. Rêber Apo ev yek got. Tecrîd dewam dike. Ev tê çi wateyê? Divê têkoşîna li dijî tecrîdê dewam bike. Got, eger şert û merc bêne afirandin ez ê bi rola xwe rabim. Wê demê bi çi wê şert û merc bêne afirandin? Bi têkoşînê. Hingî wezîfe dikeve ser milê me. Divê em hîn bêhtir têbikoşin. Divê gerîla hîn bêhtir têbikoşe, jin û ciwan, gelê me, li çar parçeyan û derveyî welat, li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Di vê mijarê de divê sistbûn nebe. Ji xwe ne bawer im ku kes bi wî rengî dinirxîne. Gelê me di 16'ê Mijdarê de li Kolnê helwesta xwe careke din nîşan da.
Agahiya Rêbertiyê moral da
Bi taybetî agahiyên li ser tenduristiya Rêber Apo û silava wî ji bo jin, ciwan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat û dostên me bû moral. Bi coş kir. Lewma ev hemû bandorê li pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê dikin. Ji aliyekî ve çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê hene, ku PKK partiyeke jinan e. Cewhera têkoşîna PKK'ê têkoşîna azadiya jinê ye. Li ser bingeha azadiya jinê têkoşîna afirandina azadiya civakî ye. Rêber Apo bi afirandina Jineolojiyê re bû Rêberê van hemûyan. Têkoşîna yekbûyî ya van hemûyan her roj li kolanan tijî dibe. Têkoşîna sala 47'an wê bi çi rengî be? Li ser bingeha pêngava azadiyê ya navneteweyî ku armanca xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye em dest bi vê salê dikin. Me ev yek îlan kir: azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê êdî ne propaganda be, gav bi gav wê pêk were. Têkoşîna sala 47'an wê bi vî rengî be. Em weke tevger ji vê re amade ne. Rêveberiya me, kadroyên me, komîteyên me yên li her qadê ji aliyê nirxandina rabirdûyê û pêşdîtina paşerojê ve di plansaziya têkoşîna sala 47'an de ti lawaziya xwe nîne. Eşkere ne, şênber in, bi biryar in, xwedî wê hêzê ne ku plansaziyê destnîşan bikin û vê dikin. Gelek ji van ji xwe hatine kirin. Li ser vê bingehê em vê bibêjin, em li ser bingeha danheviya têkoşîna sala 46'an û salên berî wê dest bi sala 47'an dikin.
Şer bi dijwarî dewam dike
Me fêhm nekir, gotin wê havînê biqede ev kar, nebû vaye payîz wê biqede, ew jî nebû vaye dawiya Mijdarê tê. Em ketin dawiya Mijdarê. Digotin, em ê mizgîniyê bidin. Dawiya gotinên bi vî rengî nehat. Fermandariya Giştî wê daxuyanî bida, yan jî Wezîrê Parastinê. Wê bigotina bê çawa li Zapê bi ser ketine, lê belê xuya ye li benda dawiya Mijdarê ne. Di 15'ê mijdarê de bi Iraqê re hevdîtin kirin. Dibe ku 27'ê Mijdarê daxuyaniyê bidin. Agahî ji me re jî tên. Dibêjin hûn hîn li wir in? Gerîla li Zapê heye? Li Metînayê gerîla heye? Li filan cihî heye? Ecêb dimînin. Gelek derdora dane bawerkirin û ji wan re dibêjin, 'Em welê hatine ku êdî gerîla filan nemaye'. Bi derewan gelek derdor xapandine. Lê belê yên ku zanibin rastî ne bi wî rengî ye, wê dest ji dayina piştgiriyê berdin. Wê bibin mijara pêkenokan. Rewşa rastî; şer dewam dike. Li Bakur jî dewam dike. Fermandariya biryargeha me ya navendî di daxuyaniya xwe de ragihand ku giraniyê didin ser Bakur. Di pêvajoya bê de bêguman wê pêşketinên nû hebin. Li bajaran jî şer dewam dike. Êdî çalakiyên leşkerî têne kirin. Em dibînin ku şer gav bi gav ji Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê derbasî nava bajaran dibe. Ji ber vê jî li pêşberî gerîla bi rastî jî têk diçin, dixitimin. Di nava çiravê de çikiyane. Çalakiya TUSAŞ'ê hêza lêdanê ya gerîla nîşan da. Bi şênberî nîşanî her kesî dît ku ti hedefeke dijmin nîne ku nikaribe lê bixin. Ev yek asta têkoşîna gerîla nîşan dide. Li ser vê bingehê careke din gerîlayên li Zap, Metîna û çar aliyen Kurdistanê bi lehengî şer dikin silav dikim, serketina wan pîroz dikim, şehîdên leheng bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Di pêvajoya zivistanê de serketinê ji hemûyan re dixwazim.
NAVENDA NÛÇEYAN