Çalakiyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêgê hatin destpêkirin dewam kirin. Di çalakiyên dijî qeyûm de hate gotin Kurd êdî wê zilma dewleta Tirk qebûl nekin, hiqûqa dijminatiyê nasnekin û peyama ‘’êdî bes e’’ hate dayin.
Edene
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Edeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li parka zarokan a li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê çalakiya nobetê domandin. Girseya ku dowîzên “Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hilgirtin, gelek caran dirûşmeyên “Qeyûm wê hesabê bide gel”, “Her der Colemêrg, her der berxwedan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berzkirin.
Sêrt
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Sêrtê di roja 15’an de dewam kir. Hevşaredarên Sêrtê Sofya û Mehmet Kaysi jî di nav de gelek endamên partiyê tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya nobetê ya li şaredariyên serdanê yên Misirc û Hawêlê hatibû destpêkirin, bi çepik û dirûşmeyan dewam kir.
Amed
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê bi şîara “Bajarê min nasnameya min e, xwedî li nasnameya xwe derdikevin” li Parka Tema civîna gel û konser li dar xist. Gelek kes tevlî hevdîtinê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Şaredarî ya me ye, Colemêrg ya me ye” hat berzkirin.
Em ê tecrîdê bişkînin
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Şirîn Gurbuz destnîşan kir ku Kurd biryara qeyûmê qebûl nakin û got: “Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûmê bişînin.”
Êdî bes e
Hevserokê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar jî wiha got: “Rastiya desthilatdariyeke ku bi dosyayan mesajê didin me heye. Em ji vê hikûmetê re dibêjin êdî bes e. Kurd wê êdî destûrê nede zilma we.”
Em hiqûqa dijminatiyê nasnakin
Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî axivî û got: “Em ji wan kesan re ku vîna me nas nakin dibêjin, em hiqûqa we ya dijminatiyê nas nakin. Pergala qeyûmê di vê pêvajoyê de dixwaze dîsa zindî bibe. Qeyûm darbeya li ser demokrasiya welat e. Li cihekî ku qeyûm berdewam bikin, li vî welatî qala demokrasiyê nayê kirin. Qeyûm hêviya aştiyê ya vî welatî tune dike. İsrara di desthilatdariya qeyûmê de isara di polîtîkayên şer de ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN