Em hemû Ocalan in

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 24 Cotmeh 2023 - 04:44

  • Li bajarê Sao Jose dos Campos ê Brezîlyayê, ji 20 welatan 70 sendîkayan doza azadiya Ocalan kir. Rêveberê Sekreteryaya Neteweyî ya Sendîkaya Brezîlyayî “Navenda Gele a Sendîkayê” (CSP-Conlutas) ji bo kampayaya azadiya Ocalan got: Azadiya Ocalan ji bo me esas e. Lewma kesên ku ji bo gel, li dijî despotîzmê û mêhtingeriyê şer dikin, nabe ku em qebûl bikin ji ber sedemên siyasî bên girtin. Mirovên ku ji bo her kesî têdikoşin, li ti derê nabe ku bên hepskirin. Em hemû Ocalan in.

SERKAN DEMIREL

Di Îlona bihurî de li bajarê Brezîlyayê Sao Jose dos Camposê, Civînan Piştgiriya Navneteweyî û Tevna Têkoşînê bi beşdariya 70 sendîkayên ji 20 welatan bi rê ve çû. Di civînê de danezanek hat weşandin û bi vê danezanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat weşandin. Ji weşandina vê danezanê re Rêveberê Sekreteryaya Neteweyî ya Sendîkaya Brezîlyayî Navenda Gele a Sendîkayê (Central Sindical e Popular Conlutas: CSP-Conlutas) û endamê CRIR (Komîteya ji nû ve hatina ser xwe a şoreşger) û MRS (Tevgera Şoreşger a sosyalîst) Matheus Crespo got, “Parastina doza azadiya Ocaln ji bo me bivênevê ye.”

70 sendîkayên ji 20 welatan û di nava wan welatan de Brezîlya, Spanya, Portekîz, Fransa, Îtalya, Ingilîstan, Lehistan, Katalûnya, Filistîn, Perû, Fas, Namîbya, Meksîka jî hene, di vê civînê de hatin cem hev. Matheus Crespo got, ji vê civînê derketineke biryareke hevpar a elaqedarî Ocalan muhim e û wiha dewam kir: “Di civînê de me pêşnûmeya bi daxwaza azadkirina serokê sereke yê têkoşîna Kurdan Abdullah Ocalan jî pêşniyaz kir. Di pêşnûmeyê de me got, dewleta Tirk xwedî xisletên dîktatoriyê ye, zilmeke sîstematîk li dijî welatiyên xwe dike, êrişî azadiyên fikr, tevger û xwebirêxistinkirinê dike.”

 

Bi yekdengî biryar dan

Di dewamê de wî got, “Beramberî van kirinên li Tirkiyeyê, tîkoşîna ji bo azadiya Ocalan û parastina wî ji bo me bivênevê ye. Me li vê civînê pêşnûmaya xwe ya ji bo doza azadiya Ocalan pêşniyaz kir û pêşniyaza me bi yekdengî hat qebûlkirin.”

 

Neqanûnî ye û nabe bêqebûlkirin

Crespo bi bîr xist ku ji ber tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan a ji 32 mehan ve , ti agahî ji Ocalan nayê girtin û wiha peyivî: “Em dîlgirtina Ocalan û şert û mercên tecrîdê yên Ocalan weke binpêkirina gelekî ciddî ya mafê mirovan, binpêkirina hiqûqê û weke sûcekî li dijî Ocalan, gelê Kurd û mafê sereke dibînin. Di warê hiqûqî, insanî û siyasî de hepskirina wî neqanûnî ye û nabe ku bê qebûlkirin. Jixwe şert û mercên hepskirinê, hem peymanên navneteweyî û hem jî destûra Tirkiyeyê bi xwe binpê dike.”

 

Tecrîd bi kêra wan nehat

Crespo got, di warê kêmkirina tesîra Ocalan li ser xelkê, esas tecrîd bi kêr nehatiye û wiha dewam kir: “Ev tecrîd ji armancên Erdogan û wêde, tesîreke berevajî dike. Tecrîdkirina Ocalan dike ku beramberî dîktatoriya Erdogan nifrîneke heq çêbe û dike ku têkoşîna ji bo serbestkirina girtiyên siyasî û diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan xurt bibe.”

 

Ocalan divê azad bibe

Crespo ji bo armanca destekkirina azadiya Ocalan jî got,  “Azadiya Ocalan ji bo me esas e. Lewma kesên ku ji bo gel, li dijî despotîzmê û mêhtingeriyê şer dikin, nabe ku em qebûl bikin ji ber sedemên siyasî bên girtin. Ne li Nîkaragua, ne li Venezuela, ne li Kuba, ne li Brezîlya û ne jî li DYE´yê, em li ti derî vê yekê qebûl nakin. Mirovên ku ji bo her kesî têdikoşin, li ti derê nabe ku bên hepskirin. Heta ku Ocalan di hepsê de ye, va ye li Tirkiyeyê demokrasî çênebû û heger girtîbe û wê ji niha pê ve çênebe. Em hemû Ocalan in.”

 

Destek da pêngavê

Matheus Crespo gotm ew rêzê digirin ji têkoşîna PKK´ê û rêxistinên din ên kurdan ên li Sûrî, Iraq, Îran û Tirkiyeyê û Ocaln jî weke serokekî dîrokî bi nav kir. 
Crespo îşaret bi girîngiya kampanyaya navneteweyî ya bi navê “Azadî ji Abdullah Ocalan re Çareseriya Siyasî ji Mesleya Kurd re” kir û got, “Tirkiyeyê qaşo kesek kir hedef, lê wê em hemû kirin hedef. Temamê aktîvîstên dinyayê lazim e ji bo serbestbûna Ocalan û temamê mehkûmên siyasî yên Kurd û tirk têbikoşin. Wekî din li welatên em lê ne jî lazim e hikûmetên ku Erdogan diparêzin, bi hikûmeta Tirk re ticaretê dikin û alîkarin guleyan berdin gelê Kurd, divê hevkariya wan a sûc bê rûreşkirin. Em alîgirê wê yekê ne ku ji bo azadkirina Ocalan zexta dîplomatîk a lezgîn li ser Tirkiyeyê bê kirin.”

140 sendîka endamên CSP Conlutas in li Brezîlyayê û 2 milyon karker jî endamên wê ne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.