EREM KANSOY / LONDON

Di Berxwedana Serdemê de di êrişa dewleta Tirk a hewayî de 15'ê Adara 2018'an şervana YPJ'ê ya Ingilîz Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) şehîd bûbû. Di ser şehadeta wê re bêhtirî 4 salan bihurîn, lê malbatê hîna jî nekarî cenazeyê wê bibe û defin bike. Bavê şehîd Hêlînê, Dirk Campbell ji bo ku dozê li dewleta Tirk veke, niha kampanyayeke alîkariyê daye destpêkirin. Ev kampanya wê mesrefên doza li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bide. Piştî bi 11 rojan jî kampanya bi dawî dibe. Û kampanya hindik maye bigihîje hedefa xwe.

Dirk Campbell dibêje, wî ji bo ku cenazeyê keça xwe wergire, miracaetî rayedarên Ingilîstan û Tirkiyê daye, lê hewldanên wî encameke erênî bi xwe re neaniye û wiha dipeyive: “Hikûmeta Ingilîz ti gava erênî neavêt. Hikûmeta Tirk xwe li daxwazên min kerr û kor kir.”

Berê xwe dide DMME'yê

Campbell bi bîr dixe ku doza wî ya radestkirina cenazeyê keça wî li dadgeha Tirkiyeyê hatiye redkirin û ew xwe amade dike, doza xwe bibe DMME'yê. Ew dibêje, ew dixwaze cenazeyê keça xwe wergire û balê bibe ser sûcê li dijî mirovahiyê. Ew armanca xwe wiha terîf dike: “Bi vê dozê, ez hêvî dikim ku DMME biryarê bide ku dewleta Tirk mafên min ên insanî binpê kirine û misoger bike ku wê sûcên li dijî mirovahiyê yên bi vî rengî sibe, disibe wê neqewimin.” 

3 hezar sterlînên din lazim in 

Dirk Campbell, ji bo mesrefên dozê kampanyayekê dimeşîne. Slogana wê jî “Annayî bîne malê” ye. Armanc ew e ku 19 hezar sterlîn bên berhevkirin. Beriya ku kampanya bi dawî bibe bi 11 rojan, 16 hezar sterlîn hatine berhevkirin. Bavê Hêlîn Qereçoxê li hêviya alîkariyê ye ji bo vê kampanyayê, da ku 19 hezar sterlîn temam bibin. Li ser malpera https://www.crowdjustice.com mirov dikare bi ser kampanyaya “Bring Anna home” ve bibe. Beriya niha jî Dirk Campbell ji bo dozê bibe dadgehan li dijî dewleta Tirk û Ingilîz, kampanya bi rê ve biribû. Ew dibêje, heger ew di doza li Strasbourgê de bi ser keve, ev ê bibe dozeke nimûne û xwest her kes destekê bidiyê.

Dewleta Tirk paranoyak e 

Dirk Campbell dibêje, di êrişên li dijî rojava û Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk gelek sûc li dijî mirovahiyê kirine û îdîaya wê ya weke “Kurd tehlûke ne ji bo ewlekariya wê ya neteweyî” jî weke “paranoyaktî” û “nijadperestî bi nav kir”.

Wî got, dewleta Tirk û serokkomarê wê Erdogan, eşkere di dema şer de sûcan dikin lê, NATO û hevparên dewleta Tirk bêdeng in. Di dewamê de ew dibêje, “Ji ber vê bêdengiyê, û ji ber ku Erdogan bi vê helwêstê baş dizane, sûcên xwe dewam dike. Wî got, “Erdogan sûcdarê dema şerî ye û divê li dadgehên navneteweyî bê dadgehkirin.”