Çalakiya kon a xelkê Şengalê bi armanca protestokirina peymana di navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê de li ser Şengalê îmzekirin, di roja 5’an de ye.
Xelk li pêşiya Navenda Asayîşa Êzîdxanê kom bûye û diqîrin dirûşmên xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê dibêjin. Xelk dibêje, “Em hemû asayîş in.”
Çalakiya ku wê hefteyekê dom bike di roja 5’an de didome. Doh koma ji xelkê Xanesor û Serdeştê çalakî dewr girtin. Xelk jî bi komî serdana kon dikin û xwedî li çalakiyê derdikevin.
Di heman demê de xelkê Şengalê wê îro careke din saet di 10ʼê sibehê de dakeve meydanê û daxwazên xwe yên berê diyarkiribû careke din ragihîne.
Em mafê xwe yê rewa dixwazin
Rêveberê Meclîsa Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) Heyder Şemo diyarkir ku li gorî destûra Iraqê mafê her gelekî heye xwe bi xwe rêve bibe û got; “Em li gorî destûrê mafê xwe yê rewa dixwazin.”
Metirsiya li ser Şengalê hîn jî dewam dike, Iraq û PDK dixwazin bi lihevkirineke nû îradeya xelkê Şengalê tine hesab bikin û hêzên xwe di nava Şengalê de bicih bikin. Xelkê Şengalê bi rojane li ser piyane û li dijî li hevkirina Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê nerazîbûna xwe nîşan didin. Rêveberê Meclîsa Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) Heyder Şemo li ser vê mijarê axivî û got: “Me ji bilî mafên destûra Iraqê dayî tiştekî din nexwestiye, hêzên desthilatdar her tim dixwazin fermanan li civaka Êzîdî rakin. Lê bila her kes bizane, em carek din serî natewînin û bê îradeya xwe ti biryarekê jî qebûl nakîn. Em ê bi her awayî li hemberî êrişan li ber xwe bidin.”
Heyder Şemo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku piştî fermana 3 Tebaxê û şûn ve, Iraqê tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Piştî fermanê Iraqê tiştek ji Şengalê re nekir, ti xizmetek nekir. Li ber çavê hemû cîhanê Şengal bi destê çeteyên DAIŞ’ê hate wêrankirin. Çima niha ji bo çêkirina Şengalê tiştekî nakin, lê dikarin ji bo berjewendiyên xwe di nava fermanên nû de cih bigrin. Di hevdîtinên hatîn kirin de gelek soz dan, lê niyeta wan eşkere bû ku naxwazin destkeftiyên me li holê bimînin. Çi bibe bila bibe, em ê vê yekê qebûl nekin. Asayîşa me hebûn û îradeya me ye.”
ŞENGAL