Şikefta Lascaux ya ku li hêla hêrêma Dordogne ya Fransa, ya nêzîkî Montignacê, sala 1963’an ji ber ku kuvarkan bi ser de girt, hatibû girtin. Li ser dîwarên vê şikeftê xêzên 17 hezar salî hebûn û ji xeynî çend zanyaran kesî nikaribû wêneyên li şikeftê bibîne. Beriya 30 salan kopyaya Şikefta Lascaux hate çêkirin lê paşê ew mecbûr man ku vê şikefta kopya dîsa restore bikin, lewma şikefta ku şibandibûn a rastîn jî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ma û ew jî hatibû girtin.

Lê niha şikefta ku ji ber a rastî kopya kirine dîsa tê vekirin. Hat gotin, ev şikeft bi 60 milyon euroyî hatiye çêkirin. Her wiha ew ê herî kêm 1900 wêneyên ajalan ango xêzên şikeftan di şikefta nû de werin nîşandan. Di şikeftê de wêneyên ku bi pîgmentên xwezayî yên ji hêla Cro-Magnonan ve hatine çêkirin dê bi qelîteya herî baş werin nîşandan. Gava ku di sala 1940’î de şêwekarê Spanyayî Pablo Picaso çav bi wêneyên li vê şikeftê ketibû, ew matmayî mabû û heyraniya xwe ya li hemberî van wêneyan wiha anîbû ziman, “Em fêrî tiştekî nû nebûne!”

Şikefta Lascaux, ji sala 1979’an ve di lîsteya mîrateya dinyayê ya UNESCO'yê de cihê xwe digire. Şikefta ku şibandine ya rastîn ango şikefta kopya jî 500 metroyan dûrî şikefta rastîn e. Nicolas Platon ku berpirsyarê şikefta kopya ye, dibêje, “Di şikefta nû de kesên bên serdanê, dê bi rêk û pêk werin belavkirin û ji bo serdanan dê bernameyeke pak were amadekirin. Kopyaya pêşîn ya ku hatibû çêkirin jî dê neyê girtin, ji ber ku ew kopyaya yekemîn e, ji bo serdanan dê deriyê wê jî vekirî be.”

Kopyaya nû ya şikeftê, wek projeyeke ji hêla buroya avahîsaziyê ya Snøhetta ya Norwêcê hatiye çêkirin. Buroya avahîsaziyê ya Snøhetta heta niha di vî warî de gelek xelat wergirtine û ew bi karên xwe yên qenc tê naskirin. Snøhetta, navê “Centre International de l’Art pariétal Montignac-Lascaux” (Navenda Hunera Wêneyên Şikeftan ya Navneteweyî” li şikefta nû ya kopya kir. Snøhetta, diyar kir ku ji germbûn û ritûbetê heta ronahiyê, her tişta şikefta kopya li gorî “Şikefta Lascaux” a rastîn hatiye amadekirin û her tişt dê weke ku li wir tê xuyanê, be.

NAVENDA NÛÇEYAN