• Li Dusseldorfê ji bo xwedîderketina li HDP’ê çalakiyê li pêşiya gara trenê dest pê kirin. Di çalakiyê de pankartên ‘Em HDPyî ne’ û ‘Em ê HDP´ê nedin girtin’ hatin hildan. 

Bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewrûpayê (ADGB) li gelek bajarên Ewrûpayê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hatin kirin. Li bajarên Elmanyayê Berlîn, Dusseldorf, Hamburg, Mainzê, li bajarên Fransayê Parîs, Marsîlya û Rennesê, Kurdistanî, dostên wan û Tirkiyeyiyên demokrat xwedî li HDP´ê derketin. Li paytexta Ingilîstanê Londonê û li paytexta Swêdê Stockholmê jî çalakî bi heman armancê hebûn.   

Li Dusseldorfê ji bo xwedîderketina li HDP’ê çalakiyê li pêşiya gara trenê dest pê kirin. Di çalakiyê de pankartên ‘Em HDPyî ne’ û ‘Em ê HDP´ê nedin girtin’ hatin hildan. Di meşê de alîkariya Elmanya dide faşîzma AKP û MHP’ê hate teşhîrkirin û hate xwestin ku Elmanya piştgiriyê nede dewleta Tirk.

HDP gel e

Li Berlînê jî bi şîara ‘HDP nayê girtin’ meşek hate lidarxistin. Xelk li Hermanplatzê kom bû. Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr, namzetên parlementeriya federal a Die Lînkeyê Lucia Schnell, Pascal Mesier, parlamenterên berê yên HDP’ê Kemal Aktaş û Sibel Yigitalp jî tevlî çalakiyê bûn. Meş bi sloganên ‘HDP gel e, gel li vir e bi dawî bû.’

Li Mainzê di çalakiyê de parlamenterên HDP´ê yên berê Zubeyde Zumrut û Faysal Sariyildiz jî amade bûn. Di mîtînga li ber gara trênê ya navendî peyama hevserokên HDP´ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hat xwendin. Di daxuyaniya li ser navê ADGB´ê de hat gotin, “Bi têkoşîna xwe re em ê piştgiriya înternesyonalîst xurt bikin, em ê nehêlin HPD bê girtin û li Tirkiyeyê em ê zora faşîzmê bibin.” 

Li hemberî doza girtina HDP’ê li Hamburgê jî meşeke piştgiriyê hate lidarxistin.

Meş li meydana Altonayê dest pê kir. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku HDP îradeya bi milyonan kesan e û partî ne bi tenê avahiyek e.

Em hemû HDP´yî ne

Li Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan li Meydana Canabiereyê hatin ba hev û ber bi meydana Vieux Portê ve meşiyan. Di meşê de pankartên li ser wan nivîsandî ‘Em hemû HPDyî ne’, ‘HDP gel e, gel li hemberî faşîzmê serê xwe natewîne’ û ‘HDP ne bi tenê ye’ hatin hilgirtin.

Li Parîsê jî şîara çalakiyê ‘Em ê HDPê nedin girtin. Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ bû. Kurd û dostên wan li meydana Republiqueyê hatin ba hev. Xelk ber bi meydana Stalîngradê ve meşiya û sloganên ji bo piştgiriya HDP’ê û li hemberî rejîma faşîst a AKP û MHP’ê gotin. Li ser navê ADGB’ê Kemal Karanfîl got, “HDP ne partiyeke ji bo hilbijartinan e, ne partiya îhaleyan e. HDP partiya azadîxwaz û edaletxwazan e. Roj  roja xwedîderketina li HDP’ê ye.”

Li Rennesê Kurd û dostên wan çalakiya xwe li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û li hemberî êrişên li diijî HDP’ê li dar xist. Mîtîng li Place du Colombierê çêbû. Xell piştre heta bi Meydana Republiqueyê meşiya.

HDP bi berxwedanê bi ser dikeve

Bi heman armancê li Londonê li pêşiya îstasyona Manor Houseyê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de sloganên ‘HDP gel e, gel li vir e’ û ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ hatin gotin. Çalakgera SKB’ê Hêlîn Pekoz li ser navê ADGB´yê got, “Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dixwaze HDP’ê bigire û temenê rejîma faşîst zêde bike. Çi kesên ku dengê xwe dane an jî nedane HDP’ê divê ji bo li hemberî faşîzmê dengê demokrasiyê bilind bikin, piştgiriya HDP’ê bikin.”

Kurdistaniyên li Stockholmê jî ji bo şermezarkirina êriş û zextên li dijî HDP li bajarê Stockholmê meşiyan. Xelk li meydana Norra Bantorgetê civiya û ber bi meydana Normalmstorgetê ve meşiya. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û li ser navê NCDK-Skandînavyayê Hemîd Bîten got, “HDP projeya Rêber Apo ye û lazim e her kurd xwedî li HDP derkeve. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê diviyabû ku hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag bihatana berdan, lê ji ber ku helwêsteke ciddî li hember Tirkiyeyê nehate nîşandan, Tirkiye vê biryarê bi cih nayîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN