Em ê xewna şehîdan bibin sêrî

Sêşem 27 Tebax 2024 - 02:35

JIYAN XELÎL

Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jinan a Rojavayê Kurdistanê Arîn Siwêde anî zimên ku ew ê rêya Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bidomînin heta ku xewna wan a azadiyê bidomînin û got  mîrateya ku wan li pey xwe hiştiye ew ê bi têkoşînê were tacîdarkirin.

Têkilî şehîdbûna rojnamevanên çapemeniya azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jinan a Rojavayê Kurdistanê Arîn Siwêd destnîşan kir ku ew ê ti carî dev ji vê rêyê neqerin heta ku xewn û xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin. 

Siwêd got,’’Rojnamevanên jin mîrateyeke dewlemend li dû xwe hiştiye û ev bi têkoşînê tacîdar bibe.’’

23’ê tebaxê, dewleta Tirk a dagirker bi balafiran erebeyeke rojnamevanan ku girêdayî Kompaniya Çetir a ragihandinê bû, li herêma Seydsadiq a Silêmaniya Başûrê Kurdistanê bombebaran kiribû û di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. 

Êrîşên terorî yên Tirk ên bûn sedema nerazîbûnên tund.

Ev rûyê rast ê deshilatê ye

Arîn Siwêd dijî êrîşên terorî yên Tirk ên li ser rojnamevan got, Şehîdxistina herdu rojnamevanên Kurd, mînaka hişmendiya desthildatdar e û wekî wan gelek rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şehîd bûne û got “Ev rûyê rast ê desthilatê ye, berî niha bi rêya şerê taybet hewl didan vê siyastê bimeşînin, lê îro ji ber ku dengê azadiyê bilind bû, desthilat neçar ma ku rûyê xwe yê rast nîşan bide, bi vê re dixwazin bi lez û di demeke kurt de desthilata xwe dewam bikin û mayînde bikin”.

Jinên di zindanan de ji bo me pêşeng in

Berdevka YRJ’ê berxwedana rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Mihemedî yên di zindanên Îranê de bi bîr xist û got “Ev yek nîşan dide ku dê nikaribin ji niha û şûnde dengê jinê bikujin û ev berxwedanana wan ji bo rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mînakeke pêşengtiyê ye.”

Em ê rêya şehîdan bernedin 

Arîn Siwêd soz da ku wê rêya şehîd û jinan bernedin û her li dû pêkanîna doza wan bin û wiha dewamî da axaftina xwe “Em ê deng û rengê jinan li her derê belav bikin. Jinên di zindanan de û jinên ku rastî êrîş û êşkenceyê tên, wê bêdeng nebin. Ev soza me ye. Em ê xewn û xeyalên herdu rojnamevanên şehîd bibin sêrî”.

Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd di dawiyê de jî eşkere kir ku di van salên dawiyê de li ser asta Kurdistanê şehîbûna 100 rojnamevanan hatine tespîtkirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêtirî 27 rojnamevanan hatine armanckirin. Arîn got “ev ji bo me mîrateyeke dewlemend û xurt e û bîranîna wan dê bibe rêyek jêneveger. Helbet em ê doza wan û ya gelê xwe bighînin lutkeyê û di nêvî de nehêlin”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.