Em ê wan jî weke DAIŞ’ê bişikînin!

În 20 Kanûn 2024 - 02:55

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) ku ji bermahiyên DAÎŞ'ê û çeteyên mîna wê hatiye avakirin, 12 roj in êreşê dibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çeteyên SMO'yê bi taybetî êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê zêde kirine. Şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bi tundî bersivê didin êrîşan. Çeteyên dewleta Tirk hem topbaranê dikin hem jî hewl didin xwe berdin nava herêmê. Hêzên QSD'ê êrîş şikandin.

Balafirên Bêmirov ên Bombebarkirî (SÎHA) yên Tirkiyeyê timî li ser ezmanê herêmê ne. Kobanê û Tişrîn bi SÎHA'yan hatin bombekirin. Armanca esasî ya êrîşan Kobanê ye. Lewma tê xwestin, bi bidestxistina Pira Qereqozaxê û derdora wê re eniyek ber bi Kobanê bê vekirin. Berxwedana QSD'ê û pêkhateyên wê ji bejahiya Kobanê heta bi Bendava Tişrînê berfireh bûye. Şervanên QSD'ê yên li xeta Qereqozaxê ne ji ANF'ê re axivîn. Ji şervanên QSD'ê Tolhildan Zagros anî ziman ku dewleta Tirk rojên dawî li ser gelê herêmê şerekî qirêj dimeşîne. Zagros diyar kir ku ew hem li hemberî şerê taybet hem jî li hemberî êrîşên fîzîkî li ber xwe didin û got:"Di ser vê derê re gefê li Kobanê dixwin. Şoreşa Rojava ne tenê îro, 13 sal in li hemberî van êrîşan li ber xwe dide. Li gel van, dewleta Tirk dixwaze gelê me bitirsîne. Lê belê li gel gotinên şerê taybet û êrîşên rojane jî em li Bendava Tişrînê ne, li Pira Qereqozaxê ne."

Ev şer ê gelê Kurd e

Ji şervanan Şêrgo Kobanê jî got:"Niha dixwazin Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi dest bixin. Bidestxistina van deveran wê li ser Kobanê bibe metirsiyeke gelekî cidî. Xwe amade dikin ku di ser vê xetê re êrîşî Kobanê bikin. Kobanê sala 2014'an li hemberî DAÎŞ'ê dîrokeke afirand. Me û hevalên me bi hemû hêza xwe şer kirin û kirin ku ew biqedin. Heman tiştî niha dewleta Tirk dixwaze biceribîne û pêvajoyê li sala 2014'an vegerîne. Ji hêzên QSD, YPG û YPJ'ê yek tenê jî bimîne wê kes nikaribe dawî li gelê Kurd bîne." Kelteş Kobanê jî got:"Dîsa jî gefê li Kobanê dixwin. Em ji gefên wan natirsin. Eger şerek wê biqewime em jê re amade ne û ev yek wê bibe şerê Kurdan hemûyan. Em ê jî şerê xwe nîşanî wan bidin. Çawa ku me li Kobanê DAÎŞ şikand, em ê wan jî bişikînin. Yek tenê ji me bimîne em ê li ber xwe bidin. Binihêrin, ji 7 heta 70 salî gelê Kobanê bi her kesên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rahiştiye çekê û li ber xwe dide. Dibêjin 'Em bi şervanên xwe re ne ku me diparêzin'. Gelê me yê Kobanê xwe bi vî rengî amade kiriye û em jî li hemberî êrîşên wan amade ne."

ANF/NAZIM DAŞTAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.