HPG’ê şehîdên avaşînê bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên li Avaşînê şehîd bûne daxuyanî da.
Di daxuyaniya HPG’ê de weha tê gotin: “Di 1’ê Tîrmeha 2019’an de artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî biribû ser eyaleta Avaşînê. Di vê êrîşê de hevalên me Huseyîn Çenga bi nasnav Agir Gabar ê li Serdeştê ji dayik bûyî, Mazlûm Abî bi nasnav Mahîr Şervan ê li Wanê ji dayik bûyî, Çetîn Temel bi nasnav Senar Derîk ê li Dêrikê ji dayik bûyî û Adil Resûlî bi nasnav Hozan Serkeft ê li Dîwandereyê ji dayik bûyî, şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Agir, Hozan, Mahîr û Senar ku milîtanên leheng ên Şoreşa Kurdistanê ne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.
ANF/BEHDÎNAN