Em ê tola şehîdan hilînin

Çarşem 15 Mijdar 2023 - 00:46

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Sinûnê ya daxuyaniyek weşand. Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku di êrişê de şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûne û wiha got:

Daxuyaniya YBŞ'ê bi vî rengî ye:

"Di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîtek şervanên me de, şervanên me hevrê Berxwedan Şengalî û Argêş Feqir şehît bûn û yek ji hevrêyên me jî birîndar bû. Hevalê me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr gava çûbûn serdana malbatên xwe di wesayetek sîvîl de hatin hedef girtin. Her du hevalên me di nava refên YBŞ’ê de xwedî rolek sereke bûn. Bi fedekariya xwe, bi hevaltiya xwe û bi dilsoziya xwe ya şoreşê ji bo hemû hevrêyên xwe bûne mînak. Herdu hevrêyên me ji eşîra me ya Feqîr in ku di nava têkoşîna me de xwedî gelek şehîdên hêja yên wek Dijwar, Çiya, Serhed û Serhildanan e.

Weke em dibînin dijminê vê xakê bi van êrişan dixwaze çavê miletê me bi tirsîne, gel ji têkoşîna azadiyê dur bixîne û sexma desthilatdarî li ser vê axa pîroz bidin hîs kirin. Di aliyê din de jî bê aramî didin çêkirin ku vegera miletê me ya Şengal bi vê êrişan bidin sekinandin. Dîsa di van rojên hilbijartinê de daxwaz dikin ku bê aramî û tevlîhevî bidin çêkirin. Ji bo li gorî xwe planên dagirkerî bidin avakirin. Lê bendewariya me ji miletê me ew e ku, bi hêrs û kîna xwe ya li hember dijmin seknekî xurt bidin raber kirin. Em jî di huzura şehîdên xwe de, sond dixwin ku Şengala rizgar ew ê her dem rizgar bimîne. Em nahêlin alên rûreş li ser vê xakê ba bide û em siya dagirkeriyan li ser vê xaka pîroz nahêlin û emê tola şehîdên xwe bigrin. Carek dinê em ji malbatên xwe yên hêja ji malbata şehît Argeş û şehît Berxwedan re sersaxî dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye;

Berxwedan Şengalî (Cahid Derwêş Elyas), li Tilêzer jidayîk bûye, 13’ê Mijdara 2023’an li Sinûnê şehîd bû.

Argeş Feqîr (Xelîl Qasim Çûko), li Tilêzer jidayîk bûye, 13’ê Mijdara 2023’an li Sinûnê şehîd bû. 

 

Em Şengalê teslîmî kesî nakin

Di salvegera 8'emîn a rizgarkirina Şengalê de dewleta Tirk a dagirker careke din êrîş bir ser Yekîneyên Berxwedana Şengalê. 13’ê Mijdarê li nehiya Sinûnê ya Şengalê wesayîta sivîl a ku şervanên YBŞ’ê tê de bûn bi balafireke bêmirov a bombebarkirî a dewleta Tirk hate bombekirin. Di êrişê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn û şervanek jî birîndar bû. Meclîsa Gel a Sinûnê li cihê êrişê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir. Endamên meclîsên gel, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û xelkê Sinûnê li cihê êrişê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de li ser navê koordinasyona TAJÊ dayê Şemê Remo axivî û got: "Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dijmin ev êriş kir. Malên me yên li Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl vedigeriyan Şengalê. Ew zarokên Êzidî ku DAIŞ şikandin, di fermanê de çek rakirin û sond xwarin rastî êrişê hatin. Lê çi dibe bila bibe em dest ji dijmin re danaynin, em dest ji doza xwe bernadin. Şehîdên me parçeyek ji laşê me ne, zarokên me ne lê em bi şehîdên xwe serbilind in. Dijmin çi bike jî Êzidî natirsin. Her Êzidiyek li ku derê be wê doza xwe bimeşîne."

Li ser navê Meclîsa Gel a Sinûnê jî hevserokê meclîsê Seydo Elî jî wiha got:"Yên ji Şengalê reviyane dixwazin car din Şengalê vegerînin beriya 2014’an. Divê xelkê Şengalê rabe ser xwe û bêje em Şengalê teslîmî kesî nakin. Yên ku Şengalê rizgar kirin wê li Şengalê bin.’’ Daxuyanî bi dirûşma şehîd namirin û bijî berxwedana YBŞ’ê bi dawî bû.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.