Em ê tim pirs bikin
În 10 Çile 2025 - 02:35
Gumanên di dosyeya Rojîn Kabaîş a di 27'ê Îlonê de li Wanê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, hîn jî di rojevê de ye. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Aynûr Sarica û Rêvebera Komaleya Jinên Star Meryema Aslan li ser mijarê axivîn.
Aynûr Saricayê diyar kir ku mirina jinan bi zanebûn tê veşartin û got:“Her roj em bi mirin, xwekuştin û kuştinên jinan ên bi guman re rû bi rû dimînin, lê ji bo dawî li wan bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîn jî pêvajoyeke ronahiyê ye. Bi hişmendiya jinê wê li hemberî êrişên vê zîhniyetê xweparastin pêş bikeve û ev zîhniyet ji holê bê rakirin." Aynur Saricayê anî ziman ku li Tirkiyeyê hema bêje her kêlî jinek tê qetilkirin û got ku zîhniyeta mêr li dijî jinan şer dimeşîne.
Civakê şaş agahdar dikin
Aynur Saricayê bal kişand ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş û da zanîn ku têkoşîna wan a ji bo rêveçûna şefaf a pêvajoyê berdewam dike û got:“Hê jî di dosyayê de tu pêşketin çênebûye. Pirsa yekem ku tê hişê me ev e 'Hûn çi vedişêrin, ji kê û çima?' Ger tiştekî veşêrin tune be, çima ji raya giştî re daxuyaniyeke zelal nayê dayîn? Çima ev mijar li pişt deriyên girtî tê nîqaşkirin? Dema em lêkolînên pisporan dişopînin diyar dibe ku tu delîlên 'xwekuştinê' tune ne. Lê belê em dibin şahid ku raya giştî şaş tê agahdarkirin." Aynûr Saricayê destnîşan kir ku heya ji bo Rojîn Kabaîşê edalet pêk neyê wê têkoşîna wan bidome.
Şermeke dewletê ye
Rêvebera Komaleya Jinê ya Star Meryema Aslanê jî diyar kir ku ji roja ewil ve bûyerê dişopînin û bal kişand ser xebat û lêkolînên ku bi Baroya Wanê re kirine û got:“Dosyeya Rojîn Kabaîş a ku hîna jî nehatiye çareserkirin, şerma dewletê ye. Gelek daxuyaniyên ku ji roja ewil ve hatine dayîn û pêşkêşî çapemeniyê hatin kirin, nîşan didin ku dosye bi baldarî nehatiye nirxandin. Em bi zelalî dibînin ku dosye bi berfirehî nehatiye vekirin, bi veşartina delîlan hewl tê dayîn ku dixwazin wekî 'xwekuştinê' nîşan bidin."
MA/RÛKEN POLAT