Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) nasnameya gerîlayekê ya ku şehîd bû bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya HPJ'ê de hate gotin; "Hevrêya me Rojînda Xwebûn dema ku li ser erka xwe bû di encama êrîşeke hewayî ya 22’yê Tebaxê 2022'an de birîndar bû. Tevî hemû hewldanan di 28’ê Adara 2023'an de gihaşt şehadetê. Di serî de em ji malbata hevrêya xwe ya hêja û ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em didin zanîn ku wek hevreyên Şehîd Rojînda em ê her tim şopdarên wê bin û em ê meşaleya ku hevreya me bi têkoşîna xwe bilind kir, bigîhînin serketinê.

Hevrêya me Rojînda di sala 1997'an li Ûrmiyeyê li nava malbateke welatparêz û dilsozê xaka xwe hate dinê. Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên azad û tevlî nava refên HPJ û YRK bû. Hevrêya me Rojînda bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi wateya ku li jiyan bar kiribû her tim ji hevreyên xwe re bû pêşeng. Armanca wê ya sereke bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyan bike û bi bîrdoziya rizgariya jinê temsîliyeta şehîdan bike. Ji bo vê jî jiyana wê ya şoreşgerî ji tevlîbûnê heta roja şehîdbûnê bi têkoşîneke dijwar derbas bû. Bi hezaran hevreyên Şehîd Rojînda amade ne ku bê rawestan li ser şopên wê bimeşin. Ji bo vê jî em di dawî de dîsa diyar dikin ku heta yek ji me li ser van çiyayên azad bimîne, heval Rojînda wê her tim bijî û rêya gelê xwe ronî bike."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Rojînda Xwebûn jî bi vî rengî ne:

Rojînda Xwebûn (Gozel Qadirî), li Urmiyê ji dayik bûye, 28’ê Adara 2023’an li Asosê şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN