Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Mexmûrê a dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, îro kete roja xwe ya 18´an.Çalakî bi koma 9’an dewam dike. Çalakvanan bang li gelê Kurd kir da ku piştgiriya berxwedana girtiyan bike û têkoşînê xurt bike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû. Çalakî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike. Doh koma 8´an nobet dewrî koma nehan kir.

Li ser navê koma 8’an Elî Ûrek di merasîma dewrkirinê de got, “Grevên birçîbûnê di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bûye wek çandeke berxwedanê. Ji ber ku bûye rêya şikandina zilm û zordariyê. Me bi çalakiyên birçîbûn û rojiya mirinê, mirina erzan têk bir û jiyaneke mezin da afirandin. Vê carê jî hêvî û armancên me mezintir in, bi hemleya KCK’ê ya ‘dem dema azadiyê ye’ armanca me jî azadkirina Rêber Apo û şikandina faşîzmê ye.”

Li ser navê koma 9’an çalakvan Bedel Kara jî got, “Dem dema azadiya Rêber Apo ye û em xwe rexne dikin, me dereng dest pê kir. Ji bo em bibin bersiv me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Em bang li dayîk û bavên girtiyan dikin, bang li gelê Kurd dikin da ku rabin ser lingan û Rêber Apo azad bikin.”

ROJNEWS/MEXMÛR