Em ê rê nedin dagirkeriyê

Şemî 18 Çile 2025 - 03:05

Bi armanca parastina ax û ava xwe, gelên bakur rojhilatê Sûriyê ji bo piştgirî berxwedana şervanên YPJ Û QSD’ê li bendava Tişrînê çalakiya nobeta lidar dixin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên dagirkeriyê bê navber didomînin. Pêr jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û topan êrîşî konvoy û gelê ku li ser bendava Tişrînê çalakiya nobedê li dar dixin, kir. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze vîn û berxwedana gelê bakur rojhilatê Sûriyeyê bişikîne. Lê rûxmî hemû êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk jî çalakiya gel a ku ji 8’ê Çileyê ve destpê kiriye heta niha bê navber didome.

Ev bendav ne ya dewleta Tirk e

Yek ji berxwedêrên bendava Tişrînê Fewzî Hecî Xelo, her wiha bi navê Bavê Ş. Lezgîn jî tê nasîn û ji Kobanê gundê Qeremox e, anî ziman ku li gel êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk ew bi berxwedan û vîneke mezin çalakiya xwe didomîne.

Fewzî Hecî Xelo di derbarê êrîşên dewleta Tirk de got:"Heya em gîhan dewleta Tirk a dagirker çar caran êrîşê karwanê me kir. Bombebaran pir zêde li ser me çêbûn, di encamê de şehîd  û birîndar çêbûn. Ez bi xwe jî di encama êrîşên dagirkeriyê de birîndar bûm, lê min bi israra xwe dewam kir û em ji bo parastinê hatin bendavê. Bendava Tişrînê bendava gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Ev bendav ne ya dewleta Tirk e. Me di dema xwe de ji bo rizgarkirina vê axê zarokên xwe şehîd dan. Dema em gihan ser bendavê jî, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî nava girseya gel kir û gelek birîndar şehîd û birîndaran çêbûn. Em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriya Tirk parastina nirxên xwe bikin. Ev helwesta me bi zelalî li holê ye."

Em bi israr in em ê serkevin

Endamê Meclîsa Edaletê ya Kantona Firatê Îbrahîm Metîn anî ziman ku ji kantonên Cizîr, Tebqa, Reqa û Kobanê girseya gel 9 roj in di nobedê de ye û got:"Em jî weke malbatên şehîdan bi konvoyeke mezin ji Kobanê hatin. Ji bo em negihêjin Bendava Tişrînê dijmin 3 caran bi balafirên şer li pêşiya me xist. Piraniya mirovên hatin dayik û bavên şehîdan, malbatên şehîdan, dayikên şehîdan e. Ji bo şer neqewime hatin, lê belê dijmin di şer û qetilkirina zarokên me de israr dike. Her ku dijmin di qetilkirin û tinekirina me de israr bike, em şehîdan jî bidin, birîndarên me jî çêbibe em ê berxwedana xwe ya li ser Bendava Tişrînê hîn mezin bikin. Em bi israr in, em ê li vir bin û bi ser bikevin. Em piştgiriyê didin zarokên xwe. Em dayik û bav ên şehîdan e; em li dijî şer in."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.