Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê, endamên meclîsa şaredariyan û endamên meclîsa giştî ya bajaran di navbera 13-14'ê Çileyê de li gelek navendan sindoqên dengdanê danîn. Nûnerên partiyan jî ji bo diyarkirina namzetên xwe çûn ser sindoqan û deng dan. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê gel ji bo diyarkirina namzetan serê sibê herikîn qada ku pêşhilbijartin lê hat lidarxistin. Delege tevî şert û mercên hewayê yên xerab jî çûn ser sindoqan û hejmartina dengan jî şopandin.
Ji delegeyên DEM Partiyê Naîf Çapan diyar kir ku wan biryara diyarkirina namzetan a ji aliyê gel ve bi kêfxweşî pêşwaz kirine û got:“Gelê li vir pirsgirêkên gel baştir dizane. Bi vê re wê kes giliyan ji partiyê neke. Em ê qeyûman bişînin."
Muhammed Zorlû jî anî ziman ku ew ê li hemberî hemû zext û astengiyan vîna xwe biparêzin û got:“Rêveberiya herî baş ew e ku gel bi xwe hilbijêre. Divê raya giştî biryarê bide ka kî dikare bike yan jî nikare bike. Di hilbijartinên herêmî de bi wergirtina ji sedî 80-90 dengan em ê jî bersiva qeyûman bidin. Çiqas qeyûm tên bila bên em ê wan bişînin."
Gelê Kurd paşve gav navêje
Ji delegeyan Sadik Oge jî diyar kir ku ew ê namzetê ku şaredariyê bi awayekî baş bi rê ve bibe hilbijêrin û got: “Ji vir şûnde gel wê namzetên xwe hilbijêre. Em ê encaman bi hev re bibînin. Di hilbijartinên herêmî de em ê hemû qeyûman bişînin bajarên wan."
Serhat Şevîşoglu bal bire ser girîngiya biryara pêşhilbijartinê ya DEM Partiyê û got:“Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku tu îradeyek ji îradeya gelan bi hêztir nîn e. Gelê kurd jî vîna xwe eşkere dike û pêşniyazên xwe dike. Bi taybetî divê hin kes ji vê yekê ders bigirin. Gelê kurd tu carî ji vîna xwe paşde gav navêje. Ew ê di van hilbijartinan de jî bersiva herî tûj bide qeyûman." Zerê Aytiş bi gotina "Biryar ya gelan e" bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got:"Em dixwazin ev dengê me bibe sedema azadiya Abdullah Ocalan."
Huseyîn Yalvaç diyar kir ku wê paşeroja gel diyar bibe û got: “Niha biryar a gelê me ye. Xelkê Silopiyayê xwe nas dike. Ew ji bo xwe biryara guncav dide." Ji delegeyan Taybet Tatlî jî wiha got:“Em dixwazin xelkê Silopiyayê xwe bi rêve bibe. Gelê kurd wê li her çar parçeyên Kurdistanê bigihêje serkeftinê.
MA/OMER AKIN