• “Gelek pirsgirêk ji ber vê sedemê ji bo wargehê çêbûne û gel tengav dikin; Em ê ji bo çareserkirina wan hewldanên pêwîst biklin û erka xwe bi cih bînin.”

Hevseroka nû ya Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûre Filîz Bûdak diyar kir ku bi polîtîkayên dorpêçê hewl didin statûya wargehê jê bistînin û got, “Gelek pirsgirêk ji ber vê sedemê ji bo wargehê çêbûne û gel tengav dikin; Em ê ji bo çareserkirina wan hewldanên pêwîst biklin û erka xwe bi cih bînin.”

Di kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê ya beriya çendekê de Filîz Bûdak û Yûsûf Kara weke hevserokên nû hatin hilbijartin.

Hevseroka nû ya Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak encamên kongreyê û plansaziya li pêş meclîsê nirxand. Wê da zanîn ku hem êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûrê, hem jî hewldanên Iraqê yên dorgirtina li wargehê û betalkirina statûya wargehê, hem jî qedexeya çûnûhatinê ya li ser wargehê di rojeva wan de ne û wan ji bo parastina wargehê nîqaşên pêwîst jî meşandine.

Bûdak got, di kongreyê de xebatên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, rewşa ewlekariyê ya Mexmûrê, dorpêç û zextên li ser wargehê, pirsgirêkên aborî û perwerdehiyê yên ji ber dorgirtina li wargehê hatine nirxandin û ji bo çareseriyê jî pêşniyaz û plansazî hatine kirin.

Filîz Bûdak da zanîn ku rewşa xwendekarên zanîngehê yên ku ji ber qedexeya PDK´ê nikarin xwendina xwe dewam bikin, xerab e û ji bo wê ew ê hewl bidin çareseriyan peyda bikin. 

Filîz Budakê got, ji bo aboriyê jî ew alternatîfan bi pêş bixin. 

Bûdak têkildarî planên ji bo ciwanên wargehê jî got, “Ji bo em ciwanên xwe ji pergala modernîteya kapîtalîst dûr bixin û hişmendiya neteweya demokratîk bi pêş bixin, em ê hewl bidin aktîvîteyên çandî, werzîşî û civakî yên ji bo ciwanan zêde bikin.”

Filîz Bûdakê da zanîn ku ew ê kampên Jineolojiyê jî bi rêxistin bikin.

Divê biryara têlkirinê betal bibe

Çalakvanên çalakiya Konvedanê ku li dijî têlkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye destpêkirin, bang li gelê Kurd kir da ku xwedî li wargehê derkevin û wan got, “Me ti caran zordarî qebûl nekiriye, em ê qebûl jî nekin û heta dawî em ê berxwedan û rûmeta xwe biparêzin.”
Hikûmeta Navendî ya Iraqê di 27’ê Kanûna 2021’ê de xwest derdora Wargeha penaberan a  Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigire. Koma leşkerên ku xwestin derdora wargehê bi têlan bigirin, piştî helwêsta gel paşve gav avêt, lê ev biryar bi temamî nehatiye betalkirin. Ji bo betalkirina vê biryarê û parastina wargehê, şêniyên wargehê di 1 Çileyê 2022’an de li ber benda kontrolê ya ketina wargehê, çalakiya konvedanê da destpêkirin. Rojane şêniyên wargehê serdana çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ji çalakiyê re diyar dikin. Çalakî îro ket roja xwe ya 26´an.

ROJNEWS/MEXMÛR