Em ê li ser xeta berxwedanê bin
Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:40

Jinên Kobanê destnîşan kirin ku di şerê Kobanê de bi destê jinan çeteyên DAIŞ`ê tê çûn û gotin, "Em ê bi hêza jinan destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.”
Jinên bajarê Kobanê têkildarî parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û berxwedana jinan, nêrînên xwe anîn ziman.
Bakîre Sincar diyar kir ku jinan bi hemû hêza xwe li ber xwe da û jin dikare cîhanê bi rêve bibe û wiha got: "Ji 2012`an hata roja me ya îro, destkeftiyên ku me bi dest xwe em ê heta dawiyê biparêzin. Em ê wek jin her tim têbikoşin.”
Cemîle Xelîl anî ziman ku êrişên dijimin her tim li ser tevgera jinan in û got: "Em ê her tim li hemberî dagirkeriyê têkoşînê bikin û li ber xwe bidin, da ku êrişên dijmin têk bibin. Em xwedî şoreşa Rojava ne û xwedî van destkeftiyan e, em ê heta kêliya dawiyê destkeftiyên şoreşa Rojava bi taybet a jinan biparêzin û dijmin têk bibin.”
Rodîn Mihemed jî destnîşan kir ku dijmin ji hêza jinan ditirse û lewra tu kes hebûna jinan qebûl nake, ji ber ku bi destê jinan dijmin têk çû û got: "Em xwedî hêz in û em dikarin bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebê, em ê li ser xeta berxwedanê bin û destkefiyên xwe biparêzin."
ANHA/KOBANÊ/SARYA ŞÊXO













